Neteweyên Yekbûyî (NY), ku li dijî Herêma Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê politikayên durû dimeşîne, niha li gorî berjewendiyên Hikûmeta Sûriyeyê tevdigere.
Zêdeyî milyonek penaberên ku ji berê navbera rejîmê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê reviyane, hatine li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûne. Beşek ji wan ji welatiyên Heleb û Idlibê yên ji şerê di navbera Rejîma Şamê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de koç kirine û beşa din jî ji bajarê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koç kirine. Piraniya penaberan li gund û bajaran li avahiyên dibistan, avahiyên vala de bi cih bûne. 125 hezar penaber jî li 15 kampên ku li Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirin dimînin. Ji ber vetoya ku Rûsya li ser Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbkûyî (NY) pêk tîne, niha deriyê Til Koçer ê Sînor girtî ye. Ji ber deriyê sînor girtî ye, alîkariyê nadin Herêma Rêveberiya Xweser. Dîsa ji ber alîkariya tê belavkirin di venêrtina Rêveberiya Şamê de ye, Rêveberiya Şamê jî vê yekê li ser Rêveberiya Herêma Xweser wekî şûr dihejîne.
Rêveberiya Xweser tevî hin komeleyên xêrxwaz yên herêmî xizmetên wekî parastin, tenduristî, av û xwarin pêşkêşî koçberên li kampan dike. Ev xizmet li gel kêmasiya eşkere ya rêxistinên navneteweyî pêk tê. Rêxistinên navneteweyî tenê alîkariyan pêşkêşî malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampên Hol û Roj dikin. Rêveberiya Xweser li gel saziyên alîkariyê hewl dide ku alîkariya av, zexîre û amûrên tenduristiyê li kampên penaberan belav bike. Lê Neteweyên Yekbûyî tenê alikariyê dişîne ji kampên ku 65 hezar çeteyên DAIŞ'ê lê ne, kampên Hol û Rojê. Lê li aliyê din 13 kampên penaberan ji alîkariya Neteweyên Yekbûyî bêpar dimînin.
ANHA/QAMIŞLO