Li du bajarên Polonyayê (Lehistanê) polêsan di heman wextê de girte ser mal û kargehên Kurdan û 7 kes kirin nezaretê.
Li gorî agahiyan, li bajarên Varşova û Vociyê polêsan avêtiye ser pênc mal û kargehan.
Roja 4’ê Cotmehê, destê sibehê polêsan girte ser mal û kargehan û lêgerîneke mezin kirine. Polêsan 7 kes kirine nezaretê.
Li gorî rayedarên Lehistanî, sedema kirina nezaretê ya Kurdan, pîrozbahiyên Newroza 2018’an û çalakiyên beriya wê bûne.
Hate zanîn kesên ku Tirkiye wan ji Lehistanê dixwaze jî hatine destgîrkirin. Navên kesên ku Lehistanê ew kirine nezaretê yên ku me karî zelal bikin, ev in: Fevzi Atun, Omer Utan, Dogan Çelik, Îbrahim Kaymaz, Îbrahim, Sertaç û Welat.
Polêsan piştî ku gelek alavên wan ên dîjîtal desteser kirine, du kes berdane. Nayê zanîn ka 5 Kurdên din ên di nezaretê de li ku tên girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN