Varşovayê PîS pîs kir

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 6 Hezîran 2023 - 02:50

  • Li Varşovayê, nîv milyon kes li dijî hikûmeta neteweperest daketin meydanan.

Li paytexta Lehistanê Varşovayê, nîv milyon kes li dijî hikûmeta populîst neteweperest daketin meydanan. Di nava xwepêşanderan de serketiyê hilbijartinên pêşî yên demopkratîk ên Lehistanê, Lech Walesa jî cihê xwe girt. Di protestoya roja yekşemê de bi sed hezaran kesî paytexta welêt li Varşovayê li hikûmeta "Hiqûq û Edalet" (PîS) şermezar kir.

Di çalakiyê de alên Lehistan û Yekîtiya Ewrûpayê hatin hildan. Çalakî li ser banga Serokê Platforma Welatiyan a partiya li muxalefeta navendî û serokê berê yê Konseya Ewrûpayê Donald Tusk ve hat kirin. Di çalakiyê de "Buhabûn, sextekarî û derew" hatin şermezarkirin û ji bo "demokrasî, hilbijartinên azad û Yekîtiya Ewrûpayê" dirûşme hatin gotin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.