• Îranê bi devê Serdozgerê xwe yê Giştî da zanîn ku karê polêsên hîcabê (Îrşad) hatiye rawestandin. Ev yek ji ber zexta raperînê be jî, li aliyê din ev polês ji xwe neqanûnî bû û ferzeke serokkomarê berê Ehmedînecad bû. Li gorî pisporên Îranê, ev gav hewldana Îranê ye ku xwe ji cezayên navneteweyî xilas bike.

Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên bi pêşengiya jinan û xwendekaran, di hefteya xwe ya 12’an de dewam dikin. Beramberî berxwedan û têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê, rejîma Îranê bi hemû hêzên xwe ve êrişî xwepêşanderan dike û rasterast dide ber guleyan. Heta niha bi hezaran kes hatine girtin û bi sedan kes jî hatine qetilkirin.

 

Malbat dev jê bernadin

Pêr li bajarê Abdanan yê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, malbatên hinek xwepêşanderên di nezaretê de greva xwe û şevên bê xew yên li ber dadgeha bajêr, domandin û daxwaza berdana xizmên xwe kirin. Tevî êrişên hêzên rejîmê jî malbatan devera çalakiyê bi cih nehişt û çalakiyên xwe dewam kirin.

Li bajarê Sine, komek xwendekarên keç daketin kolanan û bi gotina dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ û gelek dirûşmeyên li dijî deshilatdariyê nerazîbûna xwe ji kuştin û tundûtûjiya hêzên rejîma Îranê anîn ziman. Ew da zanîn ku ew ê bi israr daxwazên xwe bikin.

 

Meşa bêdeng li dijî rejîmê

Li bajarê destpêka raperînê Seqîzê jî careke din ciwanan bi pêxistina agir û girtina rêyan li çûnûhatinê, çalakiyên xwe yên li dijî desthilatdariyê dewam kirin. Her wiha li bajarê Qurweş meşeke bêdeng hat li darxistin.

Li ser asta Îranê li hinek deverên Tehranê xwepêşandan û çalakiyan dewam kir, di heman demê de greva şofêrên balhilgiran jî dewam kir.

 

Du xwîşk hatin girtin

Di xwepêşandanên 3´ê Kanûnê de, du xwîşkên bi navê Şîma Ibn Abbasî ya 26 salî û Jaleh Ibn Abbasî ya 23 salî ji aliyê rejîma Îranê ve li bajarê Şino hatin girtin û ew rêkirin navenda binçavkirinê ya Urmiyeyê.

Herdu xwîşk bi hinceta ‘beşdarî xwepêşandanan bûne, piştgirî dane gel, teşwîqî serhildanê kirine û malzeme belav kirine’ hatine girtin.

 

Heta 7´ê Mijdarê grev hat ragihandin

Li ser bangawaziya xwepêşanderên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo greva 5´ê Mijdarê (îro) heta 7’ê Mijdarê xwepêşandan û çalakiyên giştî li seranserê Îranê tên kirin. Pêr çalakiyên agahdarkirin û bangawaziyên ji bo tevlîbûna li grev û çalakiyên giştî yên di rojên 5 û 7’ê Mijdarê de hatin kirin.

 

Zexta raperînê rejîm tirsand

Li aliyê din, karê polêsên exlaqî yên Îranê hate rawestandin. Li gorî ajansa nûçeyan a Îranê ÎRNA´yê, Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Cehfer Muntezirî di merasîmekê de li ser pirsa ‘Ji bo çi karên Polîsên Exlaqî hate rawestandin’ got; “Ti peywendiya Polêsên Îraşd bi dadweriyê ve nîne, li heman cihê hatî damezrandin, biryara rawestandinê jî hatiye dayîn.”

Li ser vê mijarê pisporê Îranê, rojnamevan Omer Hoşebrî got, ya ku dewleta Îranê dike, taqiye ye û wiha dewam kir: “Ji xwe di hiqûqa Îranê de ti maneya cihê dewriyeyên îrşadê [polêsê hîcabê] nîne. Beriya niha bi 6 salan di dema serokkomariya Ehmedînecad de pêk hatibû anîn. Ji sedî heftê tesîra raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya piştî şehîdkirina Jîna Amînî di vê biryarê de heye. Lê ji ber sê sedemên sereke serdozgerê Îranê Muntezrî neçar ev daxuyanî da. Sedema sereke xwepêşandanên bi pêşengiya Rojhilatê Kurdistanê li seranserê Îranê belav bûyîn e. Sedema duyem jî biryarên cezakirinên navneteweyî yên li dijî hêza polês a Îranê ye. Hin ji van biryaran yekser elaqedarî polêsê îrşad e. Îranê xwestiye xwe ji van cezayan xilas bike. Sedema sêyem jî hewldanên NY´yê yên ji bo avakirina komîsyona heqîqetan e. Îran di bin ambargoyê de be jî, naxwaze tiştên li hundirê wê diqewimin li derve bên dîtin. Bi vê biryarê dixwazin bibêjin, binihêrin, me bersiva daxwazan da.” 

NAVENDA NÛÇEYAN