• Li ser banga aktîvîstên siyasî û sivîl, hizb û rêxistinên siyasî, doh ji sibehê ve li pirraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên Îranê greva giştî dest pê kir. Grev îro û sibe jî wê dewam bike.

Agirê serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî rejîmê ya ku piştî şehîdkirina Jîna Amînî dest pê kir, gur û geş dewam dike. Li ser banga aktîvîstên siyasî û sivîl, hizb û rêxistinên siyasî li pirraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên Îranê, greva giştî doh dest pê kir. Li aliyê din rejîma Îranê da zanîn ku ew ê polêsî “ewlekariya exlaqî” çalak bike. Yekşemê serdozgerê Îranê dabû zanîn ku”dewriyeyên îrşad” ku weke polêsê hîcabê navdar bûn, hatine betalkirin. Lê Serokê Rêxistina Nûçegihaniya Îdeolojîk û Siyasî yê rejîma Îranê Elî riza Edyanî, polêsê “Ewlekariya Exlaqî” hatiye damezrandin û ew ê çalak bibe. 

Di nava çend rojên bihurî dealiyîn muxalifê rejîma Îranê yên siyasî û sivîl bang kirin da ku greva giştî li Îranê ji bo sê rojan dewam bike. Li ser bangê, doh sibehê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û li gelek bajarên Îranê greva giştî dest pê kir. Grev êîro û sibe jî wê dewam bike.

 

Kurdistan di grevê de ye

Dîmenên ji Rojhilatê Kurdistanê nîşan didin ku grev li bajarên Kirmaşan, Sine, Ciwanro (ser bi Kirmaşan), Pawe, Mehabad, Bane, Dîwander, Îlam, Dolan, Urmiye, Merîwan û gelek bajarên din, dikandar û kasibkaran deriyê dikanên xwe venekirine û neçûne bazarê.

Piştî banga çalakvanên siyasî ya ji bo grev û nerazîbûna giştî, li Urmiye, Mahabad û Bokanê li nav bajêr hêzên dewletê hatin belavkirin.

Li Rojhilat tedbîrên derasayî

Li aliyê din li gorî agahiyên ajansan dewleta Îranê piştî Ciwanro, Mehabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar, Sinê û gelek bajaran, nuqteyên kontrolê yên leşkerî û hejmara leşkeran hatiye zêdekirin, herî dawî jî li Herêma Mukriyanê sewqiyata leşkeran zêde bûye.

Heman çavkaniyan ragihand ku li Herêma Mukriyanê ji asayî zêdetir leşker hatine sewqkirin, li ketina bajêr jî nuqteyên kontrolê yên leşkerî yên nû hatine çêkirin. Wesayîtên sivîlan yek bi yek tên kontolkirin, têlefonên destan jî di nav de her tişt tê kontrolkirin û li welatiyan jî di ketin û derketina bajêr de “lêgerîna kite bi kite” tê ferzkirin.

 

Rakirina cenazeyan egera raperînê ye

Pêr dîsa li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan çalakiyan dewam kir, li Mehabadê careke din ciwanan li kolanan agir pê xist û nerazîbûna xwe anî ziman.

Li bajarê Sine xwendekar û mamosteyan li dijî binçavkirina mamoste û xwendekaran, çalakiyek li dar xist. Li bajarê Qirweşê, xelkê cenazeyê xwepêşander Ruhula Abidîn ê li Tehranê jiyana xwe ji dest dabû, di bin dorpêça hêzên Îranê de spart axê. 

Li Îlamê greva malbatên rejîma Îranê xizmên wan kirine nezaretê ya li ber derê Dadgeha bajêr dewam dike.  

 

Bajarên Îranê jî bi xîret radibin

Li bajarên Îranê yên weke Erak, Şîraz, Tewrêz, Kazrun, Kirman, bajarên parêzgeha Sîstan û Belucistanê jî, welatî û dikandar tev li greva giştî bûn. Çav li rê ye ku li gelek bajaran xwepêşandanên mezin jî werin lidarxistin.

Wekî din greva şofêrên barhilgir hîna jî dewam dike. Li Tewrêzê karmendên nexweşxaneya Sîna ya bajêr ketin grevê û wan di nava hola nexweşxaneyê de çalakiyek li dar xist. Li Kerecê beşek ji xwendekarên jin çalakiyek li dar xistin û li dijî desthilata Îranê dirûşme gotin. Bi heman awayî li Bender Ebas jî jinên xwendekar bi çalakiyên cûda li hemberî desthilata Îranê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li bajarê Şîrazê jî şofêrên barhilgir greva xwe dewam dikin, li bajarê Sarî xwendekarên zanîngehê jî grev ragihandin û neçûn xwendinê. Grev wê îro û sibe jî dewam bike.

Pêr serdozgerê Îranê gotibû, polêsê hîcabê, bi navê xwe yê fermî “dewriyeyên îrşad” betal bûne. Lê Serokê Rêxistina Nûçegihaniya Îdeolojîk û Siyasî yê rejîma Îranê Elî riza Edyanî da zanîn ku polêsê “Ewlekariya Exlaqî” li çûna wê hatiye damezrandin. Yanî tişta berêî fewriye bû fermî, îro wê bibe beşeke polêsê rejîmê. Fermandarê dewriyeya îrşadê, serpêl Ehmed Mîrzaî da zanîn ku fermandarên hêzên çakdarî yên Îranê fermana damezrandina Polêsê Exlaqî daye. 

Bi ser vî halî de serokê komîteya Dad û Hiqûqê ya parlamentoya Îranê Mûsa Xezenfer Ebadî, îlona bihurî xwestibû li deverên li xelkê vekirî, li şûna dewriyeyên îrşadê kamerayên bi teknolojiya naskirina rûyan bên bicihkirin. Li gorî agahiyan wê stasyonên metroya Tehranê ji bo vê yekê weke herêmên pîlot bên ceribandin. 

NAVENDA NÛÇEYAN