• Karkerên Kurd ên ku ji bo berhevkirina findiqan çûbûn Dûzceyê, li mala lê diman bûn mexdûrê êrişeke nijadperest. 

Karkerên Kurd ên ku ji bo berhevkirina findiqan çûbûn Dûzceyê, li mala lê diman bûn mexdûrê êrişeke nijadperest. 

Karkerên Kurd ên ji Mêrdînê, ji bo berhevkirina findiqan çûn navçeya Akçakoca ya Duzceyê. Pêr bi şev nîjadperestan êrişê wan kir. Muhammed Gunel, yek ji wan karkeran e ku me xwe gihandiyê. Wî qala êrişê kir.

Gunel da xuyakirin ku ew beriya mehekê, 8 kes ji Mêrdînê ji bo komkirina findiqan çûne Duzceyê û cama paceya mala ku pêr bi şev lê diman, ji nişka ve bi kevirekî hatiye şikandin. Gunel destnîşan kir ku wan dît ku du kes li ber derî li benda wan in, dema ku derketin ku fêm bikin ka çi qewimiye, û van kesan gotiye ew naxwazin karkerên Kurd li vir bimînin. 

Gunel diyar kir ku heman kesan gef jî li wan xwarine û gotine, “Heger hûn di nava 10 deqeyan de vî cihî neterikînin, em ê mala we bişewitînin, em ê bi kevir û tivingê werin we”. Gunel got, paşê nêzî 20-30 kesî kom bûne û heqaret li wan kirine û gef li wan xwarine. 
 
Polês xwestiye pêşî êriş bibe

Gunel diyar kir ku wan li ser vê yekê du caran telefonî polêsan kiriye, lê polêsan ji wan re gotiye, “Em nikarin werin berî ku bûyerek biqewime” û wî ji ji polîsan re gotiye: “Hingê hûn ê werin û cenazeyên me wergirin.” 

Gunel da zanîn ku paşê polîs hatine, ew birine miduriyeta polêsan û pişt re du êrişkar jî hatine. Lê polêsan li ser wan sehtî kiriye, û hîç serê xwe ji êrişkaran di vî warî de neêşandiye. Gunel got, polêsan ji wan xwestiye ser bûyerê bigirin. 
 
Vedigerin Mêrdînê 

Gunel diyar kir ku ew hê li mala ku êriş lê hatiye kirin dimînin û hevalê wî Mehmet Furkan Çîçek ji bo îfadeya wî bê girtin, birine dozgeriyê û ew niha tiştên xwe didin hev da ku vegerin Mêrdînê. 

MA/DUZCE