• Li Batmanê piştî xebatên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd, rêxistinên siyaseta Kurd û Batmaniyan xwest bi hev re daxuyaniyekê bide. Polêsên dagirkeriya Tirk nekarîn pêşiyê li Batmaniyan bigirin û wendabûn di nav sloganên "PKK gel e gel li vir e" de.   

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ev demek e ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd li bajarên Bakurê Kurdistanê dest bi xebatan kirine. Rawestgeha yek ji van bajarên xebatên yekîtiyê jî Batman bû. Xebata li Batmanê bi meşek girseyî temam bû. 

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Feleknas ûca, Ayşe Acar Başaran, Dersim Dag, Hasan Ozguneş, Ayşe Surucu, Gulistan Koçyîgît, Semra Guzel, Remziye Tosûn, Siddik Taş, Îmam Taşçier, Necdet Îpekyuz, Şevîn Coşkûn û aktîvîstên TJA’yê ji 25’ê Çile ve xebat li Batmanê û navçeyên wê bi rê ve dibirin û doh têkildarî yekîtiyê, xwestin li Parka Ataturkê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 
Lê belê beriya daxuyaniyê polîsan dor li parkê girt û bi bariyeran destûra siyasetvan û xelkê nedan ku daxuyaniyê bidin. 
 
Ji 3 milan ve meş

Polêsên dewleta Tirk a dagirger, tevî hevdîtinan jî destûr neda daxuyaniyê. Li ser vê yekê siyasetvan û welatiyan ji 3 milan ve ber bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Batmanê ve meşiyan. Di meşan de girseyê dirûşmên "Bimre xiyanet”, "Bijî berxedana zindanan", "PKK gel e, gel li vir e” û "Bijî Serok Apo" gotin. 
Kurdistanî li Batmanê li polêsê dagirkeran nesekinîn. 
Bi sedan polêsan nekarî pêşiyê li meşê bigirin, lê bi mekîneyên xwe yên dagirkeriyê, bi ava bi çid û gaza îsotê birin ser xelkê. Lê êrişên polêsan biryardarî û hêrsa xelkê zêdetir kir.  

Rûyê dagirkerî heqaret û zilm e

Di êrişa polêsên Tirk de di navê de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî qederê 20 kesan hatin girtin. 
Welatiyan serê xwe li ber êrişa hişk a polêsên Tirk netewand. Ji ber wê jî polêsan heqaret û dijûn kirin.
Lê xelk bi israr meşiya û xwe gihand ber avahiya HDP’ê. Li vê derê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk daxuyanî da û destnîşan kir ku 5 roj in ew li Batmanê di çarçoveya xebata yekîtiya neteweyî ya kurd de bi xelkê û esnafan re hatine gel hev. 

Êriş li dijî daxwaza yekîtiyê ne 

Ozturk got, di dema xebatên wan de ew ji aliyê xelkê ve bi coş hatine pêşwazîkirin û doh ev coş zêdetir bûye: “Yên ku xwe li daxwaza gel a yekîtiya neteweyî ranegirtin, îro li Batmanê rewşa awarte ragihandin.” 

Ozturk ji ber helwêst û berxwedana Batmaniyan ew pîroz kirin.

BATMAN