Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî yên YPS-Jinê ragihandin ku di navbera rojên 23-26’ê Tîrmehê de li Manîsa fabrîqeyek, li Amedê kamyonek û li Antalyayê jî wesayîta faşîstekî şewitandine.
Di daxuyaniya li ser mijarê de tê gotin: “25’ê Tîrmehê li ser rêya Taxa Muradiye ya navçeya Yûnûsemre ya Manîsayê li dijî fabrîqeyekê çalakiyek hatiye kirin. Di çalakiyê de fabrîke bi temamî şewitiye.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li Wanê li dijî hevkar û hêzên dewletê çalakî kirin.
Yekîneyê li ser çalakiyên xwe ev agahî dan:
“24’ê Tîrmehê li ser rêya Kûrtûlûş a Rêya Ermûşê ya Wanê li dijî wesayîta Ûral a dewriye digeriya bi bombeyeke destan çalakî hat kirin. Camên wesayîtê şikestin û dijmin ji qadê reviya.
25’ê Tîrmehê li Taxa Îskele ya Tûşba ya Wanê wesayîteke polîsan ji aliyê me ve hat şewitandin û îmhakirin.
26’ê Tîrmehê li Taxa Stasyonê ya Tûşba ya Wanê li dijî stasyona trenê çalakiyeke sabotajê hat kirin. Di çalakiyê de vagonek şewitî. Heman şevê yekîneyên me yên xweparastinê ziyan dane beşek ji rayên trenê.
Însyatîfa Zarokên Agir jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku li paytexta Tirkiyeyê plazayek şewitandine.
NAVENDA NÛÇEYAN