• PKK: Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê li Kurdistanê Şoreşa Vejînê ya Neteweyî pêk anî, Şoreşa Azadiya Jinê da destpêkirin, statuya Kurdan a li Başûrê Kurdistanê afirand, Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk anî, hêzên bingehîn ên berxwedana dîrokî afirandin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê li ser salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyanî da û got, "Îsal dikeve sala 37'an. PKK, Gelê Kurd û dostên wan li ser heman Pêngava 15'ê Tebaxê û Xeta Serketinê li ber xwe didin û bi ser dikevin."
Komîteya Rêveber a PKK'ê dibêje, "Em; gel û gerîla dest bi sala 37'an a 15'ê Tebaxê, sala azadiyê ya Kurdan, sala vejîn û berxwedana lehengî ya ji bo azadiyê, sala pêngaveke nû û serketinê dikin. Li ser esasê berxwedana gel û gerîla, bi mezinkirina şerê gel ê şoreşgerî, em ketine salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ya pîroz."
PKK´ê salvegera 15´ê Tebaxê li "Rêber Apo, hevrêyên partiyê hemûyan, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger-demokrat" pîroz kir û di şexsê fermandar Egîd û Zîlan de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn. Wê got, "Em soz didin; ji bo ku di sala 37'an a pêngavê de xwedî li bîranînên wan derkevin û armancên wan bi cih bînin, em ê hîn bi xurtî şer bikin û serketinên mezintir bi dest bixin."
PKK´ê behsa fîşeka yekê kir û wiha dewam kir: "Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê ku fîşeka mirinê berda koletiya bi her şêweyî û li Kurdistanê jiyana azad û hebûna demokratîk da destpêkirin, di nava têkoşîna lehengî ya 36 salan de rastiya gelekî afirand ku dilxwazê azadiyê ye, zane ye, rêxistinkirî ye, wêrek û fedakar e, ji bo azadiyê her tiştî seferber dike. Ev pêngava azadiyê li ser biryara dîrokî ya hebûnê û jiyana azad ya Rêber Apo ya di Newroza 1973'an de, li ser tevgera ciwanan a şoreşger ku bi navê 'Şoreşgerên Kurdistanê' li Kurdistanê derkete holê, li ser berxwedanên dîrokî yên Hîlwan û Sêweregê, partîbûna bi şêweyê PKK'ê, karên li derveyî welat ên di nava şert û mercên giran de salên 1980-82'an hatin meşandin û li ser Berxwedana Zindanan a Mezin a 1982’yan bi rê ve çû, mezin bû."

Destketiyên Başûr û Rojava çêkirin

Ji bo tesîrên pêngava 15´ê Tebaxê li Kurdistanê PKK´ê got, "Encamên şerê azadiyê yê şoreşger li holê ne, ku 36 sal in bênavber li Kurdistanê tê meşandin. Eşkere ye ku 36 sal in li binê her tişta li Kurdistanê bi navê azadiyê hatine afirandin, mohra Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxa 1984'an heye. Beriya her tiştî Kurdistan û rastiya dinyayê û herêmê ronî kir, rastiya Rêberekî afirand ku rêya azadî û rizgariya bindestan bi taybetî ya jinan nîşan da. Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê li Kurdistanê Şoreşa Vejînê ya Neteweyî pêk anî, Şoreşa Azadiya Jinê da destpêkirin, statuya Kurdan a heyî ya li Başûrê Kurdistanê afirand, Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk anî ku hêviya mirovahiyê ye, hêzên bingehîn ên berxwedana dîrokî afirandin ku 22 sal in li dijî komploya navneteweyî têdikoşin."

Berxwedan hêviya serketinê ye

PKK got, ew di sala 37´an de di xeta serketinê de li ber xwe didin û wiha dewam kir: "PKK, Gelê Kurd û dostên wan li ser heman Pêngava 15'ê Tebaxê û Xeta Serketinê li ber xwe didin û bi ser dikevin. Beriya her tiştî, dijminê vê serdemê faşîzma AKP-MHP'ê ne kêmî rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê ye ku dijminê salên 1980'î bû. Zilma faşîst, mêtinger û qirker ji vê û wêde naçe.
Bêguman eger li cihekî di vê astê de zilm zêde bû ye, hingî berxwedana azadî û demokrasiyê ya li dijî zilmê jî ewqasî bi pêş dikeve. Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê û xeta wê ya serketinê ku rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê têk bir, îro jî faşîzma AKP-MHP'ê têk dibe. Ji 'Fîşeka Destpêkê' heta 'Cenga Heftanînê' berxwedana gerîla ya bi lehengî, rizgariya bindestan û hêviya serketinê ye. Ji çalakiyên Dihê û Şemzînanê heta şerê li Serhedê, Efrînê, Xakurkê û Heftanînê, her wiha berxwedana ji Wanê heta Stenbol û Egeyê, li her qadê têkoşîna azadî û demokrasiyê dewam dike û her roj derb li pey derbê li faşîzmê tên xistin."

Serketin ji fermandarên Egîd û Zîlan re

Komîteya Rêveber a PKK´ê got, di sala 37´an a pêngavê de gerîla wê li ber xwe bide, "Ev berxwedana li ser Pêngava 15'ê Tebaxê û Xeta Serketinê, wê derbên kujer li faşîzma AKP-MHP'ê bixe, wê hilweşîne." PKK´ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "[Em] ji her kesî re ku bi fermandariya Egîd û Zîlan şer dikin û li ber xwe didin, serketinê dixwazin."