Pizişkiyan: Em dijminatiya Emerîkayê nakin

Sêşem 17 Îlon 2024 - 16:30

  • Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di daxuyaniyeke çapemeinyê de anî zimên ku ew dijminatiya Emerîkayê nakin û dixwazin bi Emerîkayê re diyalogên rasterast bikin. Pizişkiyan her wiha got ew dixwazin têkiliyên xwe yên li gel welatên Ereb jî xweş bikin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan derheqê têkiliyên Îranê û Emerîkayê got heke Emerîka nîşan bide ku ew ne dijminê Îranê ne ew ê bi wan re dest bi diyalogên rasterast bikin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan derbarê peywendiyên Îranê ya bi Emerîkayê re, di daxuyaniyeke çapemeniyê de axivî.
Pizîşkiyan şertê dewleta Îranê ya ji bo danûstandinên bi Emerîkayê re eşkere kir û got; “Eger Emerîka ispat bike ku ew ne dijminê Îranê ne, wê demê em ê jî ji bo diyalogên rasterast yên li gel Emerîkayê amade bin. Em dijminahiya Emerîkayê nakin, pêwîste ew jî ji dijminahiya me rawestin. Ji ber ku em jî birayê wanin.”
Pizîşkiyan her wiha anî zimên ku ew helw didin têkiliyên xwe yên li gel Siûdî, Misir, Ûrdin û welatên din ên Misilman xweş bikin.
ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.