Piştî 8 salan ji nû ve

Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:34

  • Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî 8 salan bi lîstika Don Kixot deriyên xwe ji şanohezan re vekir.

Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin îdareya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya şaredariyê de dixebite bi adaptasyona Kurdî ya romana Cervantes a bi navê Don Kixot dest bi serdemê nû kir.
Listîk li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derket ser dikê.
Şanoger Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Rezan Kaya, Elvan Koçer, Sena Ozbey, Kevnar Înal û Şîlan Alagoz di lîstika Don Kixotê rol girtine. Her wiha Ferhat Keskîn jî derhêneriya lîstikê kir.
Di sala 2016’an de qeyûm tayînî Şarederiya Mezin a Amedê kiribûn. Her wiha piştî tayînkirina qeyûman deriyên Şanoyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji lîstikên Kurdî re hatibû girtin. AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.