Pîşeyê parastina welatê xwe

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 17 Cotmeh 2023 - 00:59

Ev hevoka ‘’Pîşeyek weha heye – Parastina welatê xwe’’ ji filmê Sovyetê yê bi nav û deng "Officer (Fermande)” hate bîra min û jixwe bû malê gelên Sovyeta berê û aniha jî lê ye. Esasê wê yê exlaqî di wê yekê de ye ku her kesê ku di dema aştiyê de be: polaçêker, nivîskar yan zanyar, firoşkar yan terzî, cotkar yan jî karkerek di demên dijwar ên şer de, wî pîşeyê xwe yê mecbûrî bi bîr tîne: Parasina Welatê xwe.

Bêguman şer û tekoşîna ku weke gelê Kurd ê Kurdistanê, em dikin cudahîya wî ji şerên ku heta niha li ser rûyê erde hatine meşandin, heye û ev yek bê nîqaş wiha ye. Lê weke her mirovî, dema behsa welat û parastina axê tê kirin, erk yek e û ew pêwîstîyek e. Pêdivî ye ku welat her dem ji dijminan, hem ji yên derve û hem jî ji yên hundir were parastin. Rêbazên parastinê dikarin û divê, pirr cihêreng bin, yanî li gorî cewhera xeteran bin: Leşkerî, aborî, dîplomatîk, qanûnî, exlaqî, wijdanî û wekî din.

Kompozîtorê rûs ê mezin, A. Scriabin carekê gotibû, "Navîn sûc e." Ez ê li ser navê xwe lê zêde bikim: Navbeynkariya dijminê bav û kalan sûcekî hîn ji wê mezintir e. Ya ku divê welat jê rizgar bibe, ev e. Nezaniya exlaqî, lalbûn û bêbextiyê, porên civaka me dagirtine. Dijmin li her derê ye û her rê û rêbaza bi kar tîne da ku nehêle Kurdekî azad xwe li ser piyan bigire û bêje, va ye ez heme. Heta kengê em ê li kêlekê bin û tenê lê temaşe bikin, ango wek qaşo ‘Kurdên dilşewat’ tenê şermezar bikin. Alîbûyîn zelaliyê ferz dike. Weke di mînaka moriyekê de çawa ku ji bo agirî bitemirîne avê dikişîne. Kesên oldar bi vê mînakê dizanin. Dema ku agir ji bo şewitandina pêxember Brahîm dadidin, hemû avê dikişînin da ku agir bitemrînin. Morîyeke ji morîstana xwe derdikeve li gorî derfeta xwe avê radike da ku agirî vemirîne. Jê dipirsin gelo tu wê çiqasî bi bandor bî, wê demê gotina xwe dibêje, û ew gotin helwest e. Dibêje, dizanim ku wê bandorê neke, lê bila herkes bizane ez li kîjan aliyî me. Ev sekneke exlaqî û wijdanîye. 

Ya ku me wek gel jî diêşîne ew e ku em ji êşên xwe re kor û lal in, lê ji yên xelqê re deng in. Belê rast e, em neteweke dilşewat û aştîparêzin, lê heqîqetek heye, îro li welatê me êşa ku li ti cihî tine ye, heye. Çima em ji yê xwe re bêdeng in û tenê li wan temaşe dikin. Divê em li ber xwe bidin, netirsin, tirsonek nebin, jiyaneke wiha bê exlaq qebûl nekin. Ne dilsozî, ne konformîzm, ne jî lihevkirin ti carî ti kes xilas nekiriye. Dibe ku wan jiyan xilas kiribe. Lê namûs tine ye. Tenê berxwedana li hember xerabiyê, tenê parastina ramana xwe, tenê nelihevkirina bi derewan re, rêyeke hêjayî mirov e. 

Hin kesan kirasek li xwe kiriye û tenê dibêjin, em welatparêz in. Lê çiqasî erkên welatparêziyê pêk tîne, ne dîyar e. Welatparêz kesê dilsozê gelê xwe ye ku ji welatê xwe hez dike. Welatparêzî bingehê her îdeolojiyê ye. Heger welatparêzî di dilê pirraniya gel de hebe, ev tê wê wateyê ku ew civak xwedî wê hêzê ye ku dikare vê yan wê pirsgirêka ku rê li ber digire, çareser bike. Welatparêzî rewşa herî bilind a giyanî ya kesekî ye; ew li ser bingehên nirxan ên ku ji zarokatiyê ve di nav wî de hatine çêkirin, bi pêş dikeve û bi naverokê tijî dibe. Ciwanên Kurd, bêyî ku dudilî bibin, canê xwe dikin sîper li hember dijmin. Xwe di nava dilê dijmin de diteqînin û dibin hêvî û ronahî ji siberojê re. Xwedîderketin, erka me ye. Heger em ji xwe re dibêjin, em Kurd in, kurdbûyîn vê li me ferz dike. Tenê bi gotin kurdîtî û kurdistanîbûn nayê avakirin. Dem dema parastina welatê dayikê ye, hem ji hundir ve û hem jî ji derve ve. 

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.