Pirtûkeke ku bi ti awayî nayê şewitandin!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Hezîran 2022 - 02:17

  • Weşanxane diwaze bi vî awayî peyaman bide rejîmên ku berê pirtûkan qedexe kirine û şewitandine.

Penguin Random House, ku li Emerîkayê weşanxaneyekê navdar e, ji bo balê bikêşe ser sansur û qedexekirina pirtûkan, romana Margaret Atwood ya bi navê “The Handmaid’s Tale” xiste nav qutiyeke demir ku agir jî nikare wê pirtûkê bişewitîne. 

Weşanxane diwaze bi vî awayî peyaman bide rejîmên ku berê pirtûkan qedexe kirine û şewitandine.

Hin pirtûkên dîstopîk di demên qeyranan de careke din popûler dibin û li hember qedexekirinan dibin sembol. Di van demên dawiyê de li Emerîkayê jî ji ber nijadperestî û êrîşên cuda pirtûka “The Handmaid’s Tale” ya ku di sala 1985’an de hatiye çapkirin popûler bûye. Ji roja ku çap bûye heta îro yek ji pirtûka herî zêde hatiye qedexe û sansurkirin ev pirtûk e. Ji lewma weşanxaneya Penguin Random House, ji bo balê bikêşe ser sansurê pirtûka Margaret Atwood xist nav qutiyeke ji demir ku agir jî nikare wê bişewitîne û peyameke bi vî rangî da, “Pirtûkeke ku bi ti awayî nayê şewitandin!” 

Di wêne de Margaret Atwood bi xwe, bi agir êrîşî pirtûka xwe ya di nav hesin de dike û test dike bê ka agir dikare bişewitîne an na.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.