Doh serê sibehê, li navenda Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya li Qamişloyê, wesayîtek hate teqandin. Têkildarî wê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê daxuyaniyek li cihê teqînê da.

Berdevka Nivîsgeha Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Henan Iniz û cihgirê hevserokatiya desteyê  Feysel El Xidir daxuyanî xwendin û wan got,  “Bi salan e dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayên şerê qirêj, êrişî herêmê û pêkhateyên wê dike, komkujiyan dike.

Wesayita ku karmendên Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Herêma Cizîrê dibe û tîne, hatibû mayinkirin û di seata kombûna karmendan de êrişeke hovane pêk hat. Wekî tê zanîn bi sedan karmendên desteyê hene û di seata kombûna karmendan de êrişeke bi vî awayî plana komkujiyeke mezin bû.

Bi salan e dewleta Tirk a dagirker bi van komkujiyan û plankirina komkujiyan dixwaze çavê me bitirsîne, îradeya me bişikîne û me teslîm bigire. Hedefgirtina Desteya Perwerde û Fêrkirinê hedefgirtina siberoja me û zarokên me ye.

Em bang li hêzên DYE, Rûsya, hêzên neteweyî û navneteweyî dikin da ku vê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bibînin û jê re bibêjin êdî bes e. Bêdengmayîna wan hêzan tê wateya şirîkiya vî karî.

Em vê êrîşa hovane şermezar dikin, ti hêz nikare îradeya me bişikîne û paşeroja me tarî bike."

Li gorî agahiyên piştî êrişê bi dest ketin, di êrişê de şofêrê wesaîta ketî ber êrişê birîndar bûye. 

NAVENDA NÛÇEYAN