Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê, êrişa dewleta Tirk a li ser Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Nûnertiyê got, "Ji ber dewleta Tirk di pîlan û êrişa li dijî Hesekê de bi ser neket û xwe li serketina şervanan ranegirt, êriş pêk anî."
Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê li avahiya xwe têkildarî êrişa 1’ê Sibatê ya dewleta Tirk a li dijî Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li ser navê nûnertiya HDP’ê Kerîm Weysî axivî. Kerîm Weysî got, “Çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk û Erdogan pîlan kiribû ji bo ji nûve zindîkirina DAIŞ’ê bajarê Hesekê û Rojavayê Kurdistanê kontrol bikin. Lê şervanan ev pîlana wan têk bir. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk êrişeke berfireh bire ser Mexmûr, Şengal û Rojava.”
Pêşî li êrişên dewleta Tirk bigirin
Kerîm Weysî bang li NATO´yî û li Yekitiya Ewrûpayê (YE) kir da ku li dijî êrişan bêdeng nemînin û pêşî li êrişên dewleta Tirk bigirin. Kerîm got, “Dewleta Tirk serweriya xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê binpê dike. Ji êrişa dewleta Tirk a li dijî wargeha Mexmûrê eşkere dibe li hedê xwe nas nake.”
Di dawiyê de jî Endamê Nûnertiya HDP’ê Kerîm Weysî îşaret bi bêhelwêstbûna hikûmeta Herêmê ya li beramberî êrişan kir û got, “Heta niha serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ti helwêstek li ser êrişan nîşan nedaye. Em hêvîdar in serokê Herêma Kurdistanê yê ku çû serdana Erdogan, di wê serdanê de behsa serketina gelê Kurd kiribe!”
HEWLÊR