- British Museum haziriya pêşangeha bi navê “Picasso: printmaker” ya Pablo Picasso dike. Bi rêya vê pêşangehê ew ê bîner bibînin ku Picasso heta dawiya emrê xwe her afirandiye û li teknîkên nû kola ye.
British Museum ji bo şêwekarê Spanyolî Pablo Picasso ku yek ji hunermendên herî bi tesîr ê sedsala 20’an e, haziriya pêşangeheke nû dike. Ew ê di vê pêşangehê de ji resmê pêşî yê profesyonel (1904) heta bi tabloyên ku êdî li dinyayê weke şaheser tên qebûlkirin werin nîşandan. Bi rêya van tabloyan ew ê hewl bidin jiyan, evîn û têkoşîna Picasso nîşanî xelkê bidin.
Pêşangeha bi navê “Picasso: printmaker” ku ji bo Pablo Picasso tê hazirkirin ew ê di 7’ê meha Mijdarê de deriyê xwe ji serdêran re veke û ew ê heta 30’ê Adara 2025’an vekirî bimîne.
Di pêşangehê de ew ê qederê 100 tabloyên Picasso ku bêhtir bi teknîka çapê hatine çêkirin cih bigirin. Picasso ku bêhtir bi tabloyê xwe yê “Guernîca” tê naskirin, xwedî çavdêrî û dîtineke resen bû. Her wiha di warê şêwekariyê de gelekî afirîner bû. Picasso tabloyê xwe yê pêşî di sala 1904’an de çêkiribû û heta sala 1973’an jî her afirîner bû û xêz dikir. Yanî di 87 saliya xwe de jî wî hewl dida bi teknîka çapê hin tabloyan hilberîne. Ji lewma di vê koleksiyona wî ya ku ew ê di pêşangehê de were nîşandan gelek tabloyên Picasso yên ku kêm hatine dîtin jî hatine berhevkirin û yek ji pêşangehên herî mezin a Picasso ye ev pêşangeha ku ew ê li British Museum were lidarxistin.
Pêşangeha “Picasso: printmaker” ewê bi resmê pêşî yê bi navê “The Frugal Meal” (1904) dest pê bike. Picasso di vî resmê xwe de du fîgûran xêz kiriye ku dikin ji birçiyan bimirin! Hew maye hestiyên wan ji goştê canê wan derkevin derve ewqasî ku zeîf in. Fernande Oliver ku yek ji hezkiriyên Picasso bû ji bo vî resmê dibêje; “nîşaneya xizanî û alkolîzmê ya bit esîr”.
Lêgerîna îmaj û afirîneriyên nû
Kuratora British Museum Catherine Daunt a ku di warê çapên nûjen de dixebite ji bo çapên Picasso nirxandineke bi vî rengî dike; “Ev çapên wî nîşan didin ku Picasso heta dawiya emrê xwe jî qet nesekiniye û her tim xêz kiriye. Her wiha ew bi vî awayî li rêyên afirandina îmajên nû jî digeriya û şêwazên nû her tim jê re dibûn meraq. Wî resmên ku bi teknîka çapê dihatin çêkirin weke ji nûve afirandina îmajan nedidît. Tiştê ku li ser tuwalê ne pêkan bûn wî li ser kaxezan çap dikir û bi vê teknîkê nîşan dida ku her tim di nav lêgerînekê de ye.”
Sûît an rojnivîskên bi resm
British Museum di sala 2014’an de 347 sûîtên Pablo Picasso tevlî koleksiyona xwe kir. Navê sûît ji hejmera rûpelan tê, yanî her sûîtek weke rûpeleke çapê tê hesapkirin. Pablo Picasso van sûîtên xwe weke çalakiyeke resmên çapkirî di sala 1968’an de di nava 7 mehan de çêkiribû. Ji nava van 347 sûîtan koleksiyona herî berfireh ew ê di vê pêşangehê de werin nîşandan. Catherine Daunt ji bo van sûîtan jî got; “Picasso gelek tiştî li dîroka hunerê zêde kir û mîraseke bêhempa hişt li pey xwe. Nexasimm jî di derbarê hin hunermendên ku rêzê ji wan re digirt pirr difikirî. Ev berhevoka sûîtan derbirîna fikr û xemên wî ne. Mirov dikare vê xebata wî weke rojnivisîkên bi resm ên fikr, bîranîn, fantezî û çavdêriyên wî bibîne û binirxîne.”
Rêbaza sêwirandinê ya Picasso
Pablo Picasso ji bo 347 sûîtan di wextê de wiha gotibû; “Gava karakterên xwe xêz dikim bi saetan difikirim û gelek tiştên dînkî disêwirînim di serê xwe de; ev rêbaza min ya sêwirandinê ye.” Berê ji van 347 sûîtan tenê 5 resm hatibûn nîşandan lê di vê pêşangehê de ew ê 28 sûît ango resm werin nîşandan. Li ser pirsa “hûn çima hemû sûîtan nîşan nadin?” Catherîne Daunt bersiveke wisa dide; “Li galeriyê tenê ji bo 100 berhemî cih heye, wekî din cih nîne.” û wiha dewam dike; “Ev sûîtên hanê hinek hevdu dubare dikin…Picasso di rojekê de 7 an jî 8 resmên çapkirî çêdikir û li ser babetekê hûr dibû. Ji lewma ger derfet hebe mirov li temamê sûîtan bi hevre binihêre ew ê balkêştir be.”
‘Hosteyekî mezin bû’
Rêvebirê British Museum Nicholas Cullinan jî ji bo pêşangeha “Picasso: printmaker” got; “Gelek kes hay ji resmên Picasso hene û resmên wî dîtine. Lê ev pêşangeh nîşan dide ku Picasso di warê teknîka çapê ya resman de jî hosteyekî mezin bû. Bi vê teknîk û şêwazê di jiyana xwe de her tim hewl da sînorên afirîneriya xwe wêdatir bibe. Her wiha ceribandinên wî yên di vî warî de çawa îlhamê dane wî bi rêya van resmên çapkirî em hîn dibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN