Pezê wî jî derew e

Sêşem 27 Îlon 2022 - 03:03

Serokkomarê Tirk Erdogan wê li Ebexê pez bidaya gundiyan. Qeymeqam berê ji muxtaran lîsteya navan xwestibû û piştre got, ‘Em hatine xapandin'.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan, beriya çend mehan hin soz dabû cotkar û gundiyan. Qaşo wê 16 mîh û beranek bidana gundiyan û wê xwedîkirina heywanan bihata teşwîqkirin. Li Ebexa Wanê, derket holê ku qewlên AKP´ê derew in.

Qeymeqamê Ebexê Hasan Husnu Turken di 16’ê Îlonê de ji muxtaran xwest, biçin qeymeqamiyê. Di civînê de heyeteke ji 3 kesan a Wezareta Çandin û Xwedîkirina Heywanan a Tirk jî amade bûn. Qeymeqam ji muxtaran re qala projeya AKP´ê kiribû, yanî AKP´ê wê pez bida gundiyan. Piştî pêşkêşiyeke dirêj kaymakam ji muxtaran lîsteya kesên heywanan xwedî dikin xwest û civîn qediya.

Piştî civînê muxtaran li gundan lîsteya navan amade kir û lîste da Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeyê. Midûriyet jî li derewa Erdogan û hikûmeta wê mikur hat, ‘Projeyeke wisa tine’. Wezaretê jî li ser israra gundiyan got, projeyeke wan a wisa tine.

Qeymeqam jî ji muxtaran re paşê got heyeta ku wî sê rojan ew ezimand, xextekar bûne û projeya dayîna pez betal bûye.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.