- Mûrat Karayilan bi bîr xist ku Peymana Lozanê bû sedema parçebûna Kurdistanê û êrişên qirkirinê yên 100 salan û got, “Ev peyman qatil e. Helbet her kesê ew îmze kiriye, berpirsyar e.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tevlî bernameyeke Stêrk TVyê bû. Karayilan bi rasthatina salvegera sedsaliya Peymana Lozanê, nirxandin kirin û got, “Peymana Lozanê peymanek e ku Kurdistanê û gelê Kurd înkar dike. Vê yekê di esasê xwe de bingehê qirkirina li ser Kurdistanê afirand. Yanî tenê were gotin, ‘Peymana ku Kurdistanê dike 4 parçe’ ev kêm e. Biryara qirkirina li ser Kurdistanê, ev peyman e. Heta wê demê, pêşengên tevgera Kemalîst îdîaya avakirina Tirkiyeyeke nû dikirin, digotin ‘Em û Kurd avaker in, em dixwazin di nava Mîsak-i Mîllî de welatekî ava bikin. Em bi hev re ne û Kurd jî wê di nav me de xweser bin.’ Bi rastî jî di sala 1921’ê de ji aliyê Meclisa Milet a Mezin a ku di sala 1920'an de hatibû avakirin, di vî warî de biryareke wisa dabû. Lê dema ku ev peyman hate îmzekirin, Tirkiyeyê ev tişt înkar kir.
Kurdistan tê qirkirin
Mûrat Karayilan derbarê sedemên mohrkirina Peymana Lozanê de jî got, “Ingilîz û Fransiyan pêşengiya dewletên di Şerê Cîhanê yê Yekem de serketî dikir - û peyman jixwe di bin berpirsiyariya wan de hatibû çêkirin- Û dîsa li gorî derfetên wê demê hat diyarkirin ku li Mûsil, Kerkûk, Rimêlan û hin cihên din petrol û dewlemendiyên cuda yên binerdê hatine dîtin. Li ser vê yekê, bazarên cuda kirin. Jixwe, tê zanîn nîqaşên Lozanê demeke dirêj dewam kirin. Di wan gotûbêjan de li ser Kurdistanê jî danûstandin kirin. Berî niha Ingilîzan pirraniya çavkaniyên dewlemendiyê bi dest xistibû, Fransî jî amade bûn ku para wan a piçûk hebe û li ser vî bingehî biryara parçekirin, belavkirin û di heman demê de înkarkirina Kurdistanê dan. Ji ber ku, heger înkar nekirina, mecbûr bûn ku mafên wê bidin. Gelê Kurd li herêma Rojhilata Navîn Mezopotamyayê, gelê herî qedîm e. Dewlemendiya wê ya çandî heye. Gelê ku yekem car malovaniya şoreşa mirovahiyê kir. Heger hebûna miletekî wiha înkar nekirana, nikaribûn mafên wê jî înkar bikin. Di wê rewşê de divê ji wan re cihekî vekin. Heke li Rojhilata Navîn ji her kesî re cih vedikin, divê ev tişt ji bo Kurdan jî mafek bûya. Lê ew hebûna Kurdan înkar dikin. Ev înkar dibe bingehê îmha û qirkirinê. Ji wê demê û heta niha, 100 sal derbas bûn. Li Kurdistanê gelek komkujî pêk hatin. Yanî Kurdistan di bin pergala qirkirinê de ye, li Kurdistanê qirkirin heye.”
Ev peyman kujer e
Karayilan di nirxandinên xwe de Peymana Lozanê weke qatil pênase kir û got, “Berpirsiyarê vê yekê Brîtanya û Fransa ne. Bêguman yên ku vî tiştî pêk tînin, dewletên li ser herêmê mêtinger in. Lê yên ku rê li ber vê vekirin û destûra wê dan, Ingilîstan û Fransa ne. Fransa û Ingilîstan gelek welatên cîhanê dagir kiribûn û ji ber pêkanînên nerênî, gelek caran ji van welatan lêborîn xwestibûn. Wek mînak, Fransa herî dawî lêborîn ji Cezayîrê xwest. Niha pêwîst e lêborîna xwe ji Kurdistanê jî bixwazin. Çima heta niha lêborîn ji Kurdistanê nexwestiye? Ji ber ku ev yek bi awayekî nepenî kirin û Kurd nekarîn werin asta ku vî tiştî bixwazin û ferz bikin. Ev peyman bû sedema bipêşketina van qirkirinên li Kurdistanê, bû sedem ku Kurdistan ava nebe, nehişt Kurdistan were avakirin û kir ku bi qirkirinê re ev qetlîam pêk werin. Ev peyman kujer e. Çi kesên ku ev peyman îmze kirine, berpirsyariya wan heye.”
Pîlanên Tirkiyê pêk nehatin
Mûrat Karayilan armanca dewleta Tirk a pêkanîna xeyalên Misak-î Milî de jî wiha nirxand: “Heta beriya çend salan, dihat gotin ku peymanên navneteweyî yên di nava dewleta Tirk de piştî sed salan êdî ne lê ne. Ev nayê wê wateyê ku di Peymana Lozanê de xaleke wiha heye. Rayedar û pisporên dewleta Tirk bi vî rengî şirove kirin. Û plan dikirin ku beşekî mezin ji Başûre Kurdistanê dagir bikin, heta sedsaliya Lozanê jî Rojavayê Kurdistanê dagir bikin û wêran bikin. Hûn wê nexşeya ku Erdogan di civîna Neteweyên Yekbûyî de nîşan dayî, nas dikin! Ji Efrînê heta Diyanayê plana wan hebû ku 30 kîlometreyan xwe berdin lê di esasê wê de armanca wan ew e ku xwe bigihînin sînorên Mîsak-i Mîllî. Di 8 salên dawîn de ji bo vî tiştî gelek hewl dan. Heke bi ser biketana, wan ê nîqaşên peymaneke nû bikirana. Helbet Tirkiyeyê dev ji vê yekê bernedaye, lê ji ber ku li Zapê hat astengkirin nekarî plana dagirkeriyê pêk bîne. Ev 3 sal in nikarin Zapê dagir bikin û niha li wir şer heye. Di dîroka gelê Kurd de cara pêşîn ev tişt pêk tê. Li hemberî vê dewletê 3 sal in li heman eniyê şer tê meşandin. Li vir asê mane. Ji ber vê jî niha vî tiştî naxin rojevê, dixwazin projeyên xwe jî bidomînin û bi pêş bixin.”
Herkes li ser xeta neteweyî be
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan îşaret bi yekîtiya neteweyî û konferansa ku wê li Lozanê bê lidarxistin kir û got, “Pirr watedar û girîng e ku di sedsaliya Lozanê de li bajarê Lozanê konferansek tê lidarxistin. Ez hêvî dikim ku ev yek bibe bingehê yekîtiya neteweyî. Ev konferans konferanseke neteweyî ye. Dibe ku hinek kes tevlî nebin. Lê yên ku beşdar nebin jî heger dixwazin bibin hêzeke neteweyî, divê di siberojê de tevlî bibin. Bi kurtasî ev konferans di asta neteweyî de pêk tê, pirr hêja û pîroz e. Ez bang li her kesî dikim ku tevlî vê konferansê bibin. Bi rastî di sedsaliya vê peymana qirker de, pêwîst e em weke gelê Kurd helwêsta xwe ya neteweyî eşkere bikin, nîşanî her kesî bidin ku em vê yekê qebûl nakin û ji her kesî re ragihînin ku em weke gel li vê xakê ne û mafê me heye ku em li van xakan azad bijîn û mafê ti kesî nîne ku li ser me qirkirinê pêk bîne. Îro derfetên dîrokî hene. Mafê ti kesî tine ku ji bo berjewendiyên rêxistinî û malbatî van derferan tine bike. Divê herkes li ser xeta neteweyî yekîtiyê çêke. Ev sedsal jî vê rastiyê li ser me ferz dike. Ji ber vê yekê, ez bang dikim ku yekîtiya neteweyî ya rast pêk were.”
NAVENDA NÛÇEYAN