Peymana Bexda û Enqerê dewama DAIŞ’ê ye

Sêşem 17 Îlon 2024 - 16:00

  • Endamên Desteya Eşayîrî ya Iraqê peymana di navbeyna Enqere-Bexda û Barzaniyan weke ‘’dewama DAIŞ’ê’’ nirxandin, diyar kirin bi vê peymanê re taloke li ser Êzîdiyan, Başûr û Iraqê heye û xwestin ku gelên Iraqê dijî vê peymanê rabin.

Endamên Desteya Eşayîrî ya Şengalê tifaqa di navbeyna Enqerê, Barzaniyan û hikûmeta Sûdanî de weke tifaa Barzanî û Sûdanî ya li gel sponsorê mezin ê DAIŞ’ê Erdogan dibînin.

Berdewama DAIŞ’ê Erdogan anî Başûr
Berpirsyarê Desteya Eşayîrî ya Şegalê Emer Salih diyar kir mafê dewleta Tirk ku Iraqê dagir bike, balafirên Tirk  bênavber li ser Şengalê û Başûr diğerin. Salih peymana 15’ê Tebaxê ya li Enqerê weke berdewama Fermanê nirxannd û got,’’Tifaqa Erdogan- Barzanî û Sûdanî ya li ser anîna leşkerên Tirk li nava Iraqê bû. Ew hêza ku Erdogan anî Başûr û Iraqê jî, berdewama DAIŞ’ê ye. Ev jî dijminê Êzidiyan û hemû pêkhateyên Iraqê ye. Ev peyman ne di berjewendiya gelên Iraqê de ye. Heya niha 69 ferman tenê ji aliyê Osmaniyan ve hatiye serê Êzidiyan. Berê welatekî Êzidiyan di nava sînorên Tirkiyeyê de hebû, lê niha gundekî Êzidiyan jî nemaye, fermana hemûyan rakirin.”

Taloke li ser Başûr û Iraqê jî heye
Salih peymana di navbeyna Enqere-Bexda û Barzaniyan de weke metirsiyeke mezin bi nav kir, destnîşan kir ji bo paşeroja Êzdiyan talokeyeke mezin e û heke pêşî lê neye girtin, dibe ku êrîşeke mîna dema DAIŞ’ê dubare bibe. Salih anî zimên dixwazin Êzîdiyan li Çiyayê Şengalê nehêlin û got,’’Dewleta Tirk li Başîkayê bicîh bûye Iraq nikare derbixe. Ev xeteriya dewleta Tirk ne tenê ji bo Êzidiyan, ji bo tevahî Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî heye.”
Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Xidir Qîranî jî anî zimên divê dijî peymana Enqerê gelên Iraqê rabin ser xwe, hebûna Tirk a li Iraqê ji bo hemû gelên Iraqê gef e, ji bo Şengal, Mûsil û Kerkûkê gefek e.

Dixwazin DAIŞ’ê dîsa bînin
Qiranî got,’’Dixwazin dîsa DAIŞ’ê bînin Iraqê. Li pişt vê dagirkeriya Tirk Emerîka jî heye. Divê hem xelkê Başûr û hem jî Şengalê xwedî helwest bin.”
ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.