Peykerê penaberên bêwar

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Mijdar 2021 - 04:13

Hin hunermend carinan ji bo balê bibin ser rewşa civakî, vîzyoneke afirîner bi kar tînin û bi vê afirîneriya xwe tişta dixwazin jî pêk tînin. Aloziya penaberan a li dinyayê tê zanîn, her roj bi hezaran insan warên xwe diterikînin û dibin penaber. Hinek digihîjîn ciyê ku dixwazin biçinê, lê hin ji wan jî di rê de dimirin. 

Hunermendê Spanî, Pejac ji bo bibe dengê penaberan, li ser serê “Dêra Pîroz” a taxa Kreuzberg a li Berlînê, peykerê zarokekî piçûk -yê bi navê “Landless Stranded” bi cih kir. Destekî wî zarokî bi xaçê girtiye û destê wî yê din jî fîşekeka ku agir jê dibare digire. Zarok destê xwe dirêj dike û alîkariyê dixwaze. Pejac, bi vî peykerî dixwaze rewşa penaberan nîşanî xelkê bide.  

Komeleya Sea-Watch û ajansa DOJO Cares ji bo Pejac bûne alîkar da ku karibe peykerê vî zarokî li ser dêrê bi cih bike. Her wiha dêrê jî destûr daye ji bo karekî wiha girîng. Peykerê li ser dêrê di heman demê de ji nêz ve jî tê dîtin, ji ber ku Pejac li hember dêrê dûrbînek jî hazir kiriye. Pejac, ev dûrbîn jî bi zanebûn kiriye parçeyekî karê xwe û dibêje, ev dûrbîn bi awayekî mecazî di navbera me û penaberan de sînorekî ava dike. Ji lewma em bi vî awayî li ser têgehên “em” û “ên din” baştir difikirin. Jixwe, wî jî bi vê armancê ev peyker li ser dêrê bi cih kiriye. 

Pejac dibêje, ji bo mirov karibe bi civakê re têkiliyeke çêke, huner tenê rêyek e: “Ji bo mirov karibe bi dinyayê re têkiliyekê çêke, huner rêya herî baş e. Ev karê min ê nû, behsa wan mirovên dike ku li jêra peyker beredayî digerin û bi kêrî tiştekî nayên.”

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.