Li Mehabadê ku fermî ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye, kesên nenas peykerê Mamosta Hejar Mukriyanî yê li meydaneke bajêr, şewitandin.
Pêr sibehê li Mehabadê kesên nenas peykerê Mamosta Ebdulrehman Şerefkendî (Hejar Mukriyanî) ku bi salan e li meydaneke bajêr e, şewitandin.
Van salên dawî, li Rojhilatê Kurdistanê gelek caran êrişên bi vî awayî li dijî gor û peykerên navdarên Kurd çêdibin. Herî dawî li Mehabadê gora hunermendê Kurd Mihemedê Mamlê hatibû xirakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN