Peyama qadan yekîtiyê

Çarşem 21 Çile 2026 - 15:15

  • Li dijî êrişên dewleta tirk û çeteyên HTŞ'ê Gelê Kurd daketin qadan û peyama xurtkirina yekîtiyê da. Her wiha ciwanên Kurd li ser sînorê Nisêbîn Qamişloyê têlên dagirkeriyê derbas kirin û sînorên dagirkiriyê hilweşandin.

Li dijî êrişên dewleta tirk û çeteyên HTŞ'ê Gelê Kurd daketin qadan û peyama xurtkirina yekîtiyê da. Her wiha ciwanên Kurd li ser sînorê Nisêbîn Qamişloyê têlên dagirkeriyê derbas kirin û sînorên dagirkiriyê hilweşandin. Li Bakurê Kurdistanê kurd bûn yek û li dijî konsepta şerê qirkirinê dirûşma "Bijî Şoreşa Rojava" berz kir.

Îzmîr

Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fûlya Erdogan ku di çalakiya protestoyê de axivî, got: "Em êrişên li ser gelê Kurd, konspeta şer û polîtikayên xerakirina demografiyê red dikin."

Semsûr

Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Saziyên Demokratîk ên Semsûrê ve hatin protestokirin.

Platforma Saziyên Demokratîk ên Semsûrê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve bi daxuyaniyekê protesto kir. Li vir hat gotin dixwazin pêşeroja Sûriyeyê bixin nav tariyê û dirûşmên li dij êrişan hatin berzkirin.

Silopiya

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê bi deh hezaran kes li dijî êrişên Rojavayê Kurdistanê meşiyan. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan piştî meşê axivî û got: "Gelê Kurd we nas dike. Hûn Nemrûd, Fîrewn, çete û wehşî ne. Gelê kurd sed sal in li dijî van di berxwedanê de ye."

Mêrdîn

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li ser sînorê Qamişloyê axivî û got: “Rojava tê wateya têkoşîna gel û baweriyan a li ser zemîneke demokratîk. Silav ji Rojava re.” Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku ew ê li ber êrişan serî netewînin û banga yekitî û piştevaniyê kir.

Her wiha hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir da zanîn ku li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê nobetê didin destpêkirin, bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku berê xwe bidin Rojava û got: “Îro roja rûmeta gelê Kurd e. Rûnenên, rabin ser pêyan.”

Her wiha ciwanên Kurd li ser sînorê Nisêbîn Qamişloyê têlên dagirkeriyê derbas kirin û sînorên dagirkiriyê hilweşandin.

Wan

Li navçeya Artemêtê ya Wanê, xelk li xaçerêya Hala Sebzeyan kom bûn û hewl dan ber bi qada bajêr ve bimeşin. Polîsan bi gaza rondikrêj û ava şid êrişî girseyê kir. Piştî êrişê, girse li kuçeyan belav bû, lê meşa xwe domand.

Agirî

Li Qada Tahir Elçî ya Agiriyê, girseya kombûyî gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava ne bi tenê ye" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Piştî daxuyaniyê, polîsan rê li ber meşa girseyê girt. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Agiriyê Heval Bozdag ku li vir axivî, diyar kir ku hedefgirtina Rojavayê ne tesaduf e û got ku êriş li dijî îradeya jiyana pevre ya gelan e.

Colemêrg

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Colemêrgê civîneke çapemeniyê li dar xist. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, parlamenterên DEM Partiyê û gelek welatî beşdarî civîna ku li avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê hat lidarxistin, bûn.

Bedlîs

Li Tetwanê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê ve li dijî êrişan meş û civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Polîsan hewl da ku rê li ber meşa girseya ku li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Tetwanê kom bûbû bigire. Girseyê bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava rûmeta me ye" û çepikan dorpêça polîsan şikand û meşa xwe berdewam kir.

Mûş

Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê li dijî êrişan meş û civîna çapemeniyê li dar xist. Piştî meşê ku ji Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê dest pê kir û heta Qada Kobanê berdewam kir, daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Îlyas Aslan, got: "Îro Rojava bi komkujiyekê re rû bi rû ye ku ji hêla hêzên navneteweyî ve li hev hatiye kirin. Kurdan di vê têkoşînê de bedelên giran dane. Îro, em ji vir radigihînin ku gelê Rojavayê li hember vê komkujiyê ne bi tenê ye; em bi wan re ne."

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.