Pêşmergeyekî xwekuşt!

pêncşem 15 Çiriyê 2020 - 20:09

Li gorî tê gotin, pêşmergeyek dema li ser wezîfeya xwe bû, xwe kuştiye. Heya niha jî sedema xwekuştina pêşmerge nayê zanîn.
Pêr bi şev li herêma bajarokê Zinane ya ser bi navçeya Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê, pêşmergeyê bi navê Xembar Mihemed bi guleyekê xwe kuştiye. Xembar Mihemed li tabura yek ya lîwaya 144 li ser wezîfeya xwe bû.
Li ser mijarê fermandarê lîwaya 144 Cemal Waranî ji Rojnews got; “Em nizanin ji ber çi xwe kuştiye, lêkolîn dewam dike.”
Hêjayî gotinê ye, bûyerên kuştin an jî xwekuştinê di nava pêşmergeyan de zêde dibe û ev balê dikişîne ser xwe.

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.