- Ehmed Yûsif ku bi ‘xapandin’ê tevlî nav Pêşmergeyê Roj bûbû, aşkere kir ku Pêşmegeyê Roj bi ser MÎT’a Tirk ve bû, Davutoglu ji wan re gotiye,’’Hûn ê şerê PKK’ê bikin.’’ Yûsif ê ku ji ji vê hêza çete qut bûyî niha şervanek QSD’ê ye,bang li Pêşmegeyên Roj kir ku çekan deynin û vegerin malên xwe.
Ehmed Yusif ji bajarê Qamişlo a kantona Cizîrê ye. sala 2012`an li Başûrê Kurdistanê tev li Pêşmergeyên Roj dibe. Dûra 21`ê Nîsana 2018`an ji wê komê qut dibe û vedigere bajarê xwe û tev li Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) dibe.
Ehmed Yusif da zanîn ku piraniya kesên tev li Pêşmergeyên Roj dibin, temen biçûk in û wiha domand dema ev hêz ava bû, ji me re digotin em ê biçin Rojava şoreşa Rojanva biparêzin, li ser vê esasê em birin perwerdê. Lê pîştî perwerdê roj bi roj, pîvanên ava kirina vê hêzi guherîn.
Yusif bal bire ser soza ku Masûd Barzanî dayî wan û wiha got: “Mesûd Barzanî soz da me ku we me tev li tu partiyan siyasî neke. Lê piştî 3 salan, Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) alîgirên xwe tev li hêzê me kir û mîna kanserê di nava hêzê de belav bûn."
Davutoglu: Hûn ê şerê PKK’ê bikin
Yusif bal bire ser rola dewleta Tirk a di avakirina pêşmergeyên Roj de û got, “Roj bi roj me dît ku ev hêz girêdayî dewleta Tirk û MÎT’a Tirk e. Taybet jî di Sala 2018`an de Ahmet Davûdoglu hat civîn bi mera çêkir. Wê demê ji me ra gotin wê Koalîsyona Navneteweyî bê serdana we bikin. Lê ya hatî Davûdoglu bû. Em şaş bûn. Davûtoglu wiha got, em we perwerde dikin ji bo ku hûn vegerînin welatê me ji bo şerê artêşa azad a Sûriyeyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bikin. Ji ber Piraniya ciwanên tev li hêzê bûne, biçûk bûn bandor li ser wan dikir wê demê min fêm kir ku me dixapînin."
Hate girtin
Yusif wiha pê de çû: ‘’Di sala 2017’ê 3`yê Adara bi daxwaza dewleta Tirk li bajarokê Xanesorê yê Şengalê êrişên PDKê û Pêşmergeyên Roj de min paş de gav avêt ji ber min nedixwest ez birayên xwe bikujim. Wê demê 3 rojan hatim girtin û lêpirsîn bi min re hat çêkirin.
Niha şervanê QSD’ê ye
Yusif destnîşan kir ku ji ber berxwedana Efrînê dev ji Pêşmergeyên Roj berdaye û vegeriya Rojava û niha şervanekî QSD’ê ye.
Di dawiyê de Yusif bang li Pêşmergeyên Roj kir ku çek deynin û vegerin malên xwe. ANHA