- Li Rojavayê Kurdistanê Pêncemîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol, 28’ê Tîrmehê dest pê kir û heya 5’ê Tebaxê wê dewam bike.
Di pêşangehê de wê çalakiyên çandî, hizrî, wêjeyî, îmzekirina pirtûkan, semîner jî hebin. Di pêşangehê dê 130 hezar pirtûk bi zimanê Erebî, Kurdî, Farisî, Tirkî, Ingilîzî û Fransî dê werin pêşkêşkirin. Pêşangeh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo tê çêkirin. 44 weşanxaneyên ji Kurdistanê, her wiha hindek jî welatên Ereban û Îtalyayê beşdarî pêşangehê bûne. QAMIŞLO