- Di van salên dawiyê de, nexasim piştî nexweşiya Koronayê, êdî bala muzeyên dinyayê diçe ser pêşangehên dijîtal.
Di van salên dawiyê de, nexasim piştî nexweşiya Koronayê, êdî bala muzeyên dinyayê diçe ser pêşangehên dijîtal. Herî dawî pêşangeha Vincent Van Gogh bi awayekî dijîtal hatibû lidarxistin û xelkê baş elaqe nîşan dabû. Niha jî du saziyên çandê yên ku di vî warî de pirr girîng in ango Muzeya Louvre û Grand Palais ku navendên wan li Parîsê ne, dê peşangeha “Mona Lisa” ya dijîtal li dar bixin.
Ev her du sazî dixwazin bi saya ronahiyê ji sê hêlan ve tabloya “Mona Lisa” nîşan bidin û dixwazin bi bîneran re hestên cuda çêbin. Bi vî ayawî tabloya Leonardo da Vinci wê hesteke nû bi wan re çêke. A rast ev her du sazî dibêjin, “Em ê bi ronahiyê şovekê çêkin û di malpera Grand Palaisê de wiha hatiye nivîsîn; “Ezmûneke ku berê kesî nedîtiye, bi awayekî înteraktîf dê ev şaheser û xwediyê wî bêhtir werin fêhmkirin û naskirin.”
Navê pêşangehê “La Joconde” (Ezmûna Mona Lisa) ye û dê 10’ê Adara 2022’an dest pê bike. Pêşangeh dê heta 21’ê Tebaxa 2022’an vekirî be.
PARÎS