Pêşangeha 8´ê Adarê li Hesekê

Nûçeyên Jin

Sêşem 2 Adar 2021 - 01:20

Kongereya Star a bajarê Hesekê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de û bi armanca xwedîderketina li berxwedana jinên Efrînê pêşangeheke keleporî vekir. 

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi diruşmeya “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e” didomin.
Kongreya Star a bajarê Hesekê konê pêşangeha keleporî ji bo piştevaniya berxwedana jinên Efrînê li Mesakin Panorama vegirt.

Kon bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên “Efrîn bûka Kurdistanê ye û jin jiyan azadî”  hate xemilandin. Di konî de gelek alavên kevin mîna yên çêkirina qehweya tahil, alavên folklorî yên ku jinan berê bi kar dianîn, hatin pêşandan.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Peyman Amara got, “Di Roja 8’ê Adarê de berxwedaneke mezin dest pê kir û ev dîrok ji her jinekê bibe biharek. YPJ’ê jî nimûneyek ji tevahî jinên cîhanê re ye.”

Piştre Navenda Xabûr a Çand û Huner, şanoyek li ser dagirkirina Efrînê û koçberiya xelkê wê nîşan da û sînevîzyonek li ser çanda Efrînê pêşkêş kir.

Dûvre koma Tolhildan a Hesekê gelek stranên folklorî pêşkêş kirin û beşdaran jî govend gerand. 

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.