• Solîna Êve doh teslîmî polêsên asayîşa PDK´ê bû û hat tewqîfkirin.

Solîna Êvê hunermendeke pirralî a Başûrê Kurdistanê ye. Hem di warê muzîkê de û hem jî di warê wêne de hunermendeke ciwan e. Piştî ku li dijî destdirêjiyê xwe parast dadgehekê li Dihokê 6 meh ceza lê birrîn, ew ji çapemeniya Başûr re peyivîbû û wê gotibû, ew şanaz e, ji bo ku wê xwe parastiye, dikeve hepsê.

Di vîdeoyeke li ser hesabên wê yên fermî yên medyaya civakî de belavkirî, Solîna Êvê ya 25 salî dibêje, ew beriya bi du salan di dema ku ji bo kar miracaetî rêxistina bipêşxistina jinan kiribû, kesê hemberî wê xwestibû destdirêjiyê lê bike û wê jî xwe parastibû.

Wê piştre jî kesê hewl dabû destdirêjî wê bike, dabû mehkemê. Lê beriya demeke kurt, dadgehê hem kesê destdirêjî lê kir ceza nekir, hem jî ji ber ku xwe parastiye 6 meh cezayê hepsê li Solîna Êvê û hevalên wê birrî.

Solîna Êvê di heman vîdeoyê de dibêje, kesê destdirêjî wê kir ji malbateke xurt e û tesîr kiriye li sîstema hiqûqî ya li herêmên di desthilata PDK´ê de da ku li gorî berjewendiyên wî biryarê bide.

 

Ne tenê destdirêjî min kiriye

Solîna Êvê ku her wiha çalakgereke mafê jinan e jî, dibêje, wî kesê hewl daye dest dirêjî wê bike, niha destdirêjî li gelek kesan kiriye û ew ne tenê ye weke mexdûr. Ew bang li xelkê dike da ku doza wê belav bikin li dijî normalkirina destdirêjiyê li cihê kar.

Niha jî Solîna Êvê ya ji ber xweparastina li dijî destdirêjiyê mehkûmbûyî, hat tewqîfkirin. Beriya bê tewqîfkirin wê ji ragihandina Başûr re gotibû ew şanaz e ku ji ber xweparastinê dikeve hepsê.

Çi qewimî bû?

Solîna Êvê li Beşa Muhendîsiya Plandanînê ya Zanîngeha Duhokê xwendiye. Piştî qedandina beşa xwe, wê xwest di saziyeke alîkariyê ya ji bo jinan de bixebite. Lê hê di dema hevpeyvîna miracaeta kar de kesekî xwest destdirêjiya wê bike. Solîna Êvê jî xwe parastibû û bûyer çûbû ber dadgehê.

Li Dadgeha Dihokê li dijî Solîna Êvê û 3 kesên alîkarî pê re kirine, doz hat vekirin. Ji ber ku agahiyên derbarê kesê çarem de nediyar bûne, dadgeh li dijî 3 kesan bi rê ve diçe. 15’ê vê mehê dadgehê 6 meh cezayê hepsê li sê kesan birrî.

Heman rojê Solîna Êve ji bo ragihandina Başûr re peyivî û got, “Ez şanaz im, min xwe radestî zilamekî bêxêr nekir. Min xwe parast. Ez li zindanê bim jî ez natirsim.

Min karî xwe rizgar bikim. Divê jin li ser kolanan rabin û daxwaza azadiya min bikin ji ber ku ev ne meseleya min e, ya hemû jinan e. Rojane tiştên wisa li cihên kar dibin, li bazaran dibin.”

Solîna Êve doh teslîmî polêsan bû û hat tewqîfkirin.