Di dawiyê de PDK´ê ekolojîstê Swîsrî yê ji Cenevreyê berda. ekolojîstekî ji Swîsreyê yê i bo projeyên hawîrdorparêziyê par çûbû Rojava, di dema vegera xwe de li Dihokê hatibû girtin. Bi hinceta pasaporta xwe winda kiriye, ev ekolojîst girtî ma. Piştî ku pêr hat berdan ew ê karibe vegere welatê xwe.
Parêzerê wî Olivier Peter got, di rewşeke wisa de diviyabû, tenê çend saetan herî zêde girtî bimana. Olivier Peter bi muwekilê xwe re piştî berdana wî peyivî û wî malavahiya her kesî kir ku ji bo berdana wî hewl dane. Parêzer got, sedema girtina wî ya demeke evqasî dirêj muhtemelen çalakgeriya wî ya ji bo Rojava bûye. Wî got, ew ê doza tezmînatê nekin, ji ber ku ya ji bo wan niha herî muhim, ewlebûna canê muwekilê wî bûye.
CENEVRE