PDK’ê welatiyê bi navê Îsmaîl Xelîl Mihemed, piştî ku hate berdan, careke din girt û bi mehan e ku agahî jê nayên girtin. Nayê zanîn ka Îsmaîl li ku tê ragirtin.

Di Tîrmeha 2019’an de piştî ku li Hewlêrê endamekî MÎT’ê yê li Konsolosxaneya Tirk hatibû kuştin, bi hinceta ku birîndarek derman kiriye, Îsmaîl Xelîl Mihemed hatibû girtin.

Mihemed ê 34 salî, sala 2015’an, dema ku li nexweşxaneya Cizîrê dixebitî, çûbû Başûrê Kurdistanê. Li gorî agahiyên ji xizmên wî hatine girtin, Mihemed li Hewlêrê di restoranekê de dixebitî.

Piştî ku xebatkarê MÎT’ê Osman Kose hate kuştin, bi hinceta ku birîndarek derman kiriye, Mihemed hatibû girtin û du salan ceza lê hatibû birrîn. Ligel ku du salên wî qediyan, nehat berdan. Malbata wî gelekî hewl da. Ji saziyan hate pirsîn ka Mihemed çima nehate berdan. Xizmekî wî diyar kir ku dema ew çûne dadgehê, hatiye gotin, di warê hiqûqî de Mihemed wê were berdan lê ji niha û şûn ve êdî ev meseleyeke siyasî ye û ew ê tevlî meseleyê nebin.

Mihemed piştî çend mehan di 2’ê Nîsanê de hate berdan, lê vê carê bi hinceta ku destûra wî ya îqamatê qediyaye, çû saziyên elaqedar. Piştî vê serdanê, Mihemed hate girtin û kes nizane ew birine ku. Malbat diyar dike ku ne destûr tê dayîn ku ew telefon bikin ne destûr tê dayîn ku ew alavan jê re bişînin û ne jî ji wan re tê gotin ka Mihemed li ku ye.

Tê diyarkirin rayedarên Asayîşê înkar dikin ku Mihemed hatiye girtin. Malbat jî diyar dike, çend meh derbas bûne û ew nikarin ti bersivê bistînin. Malbat li aqûbeta Mihemed dipirse.

NAVENDA NÛÇEYAN