Ji 11’ê Gulanê ve Deriyê Sêmalka ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye girtin.
PDK berjewendiyên kurdistanê tine dihesibîne û helwêsta xwe ya dijminane ya li dijî Rojava ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî û malbatî bi israr dewam dike.
Deriyê Sêmalka di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye. PDK bi helwêsta xwe ya kêfî ya beramberî vî deriyê gelek caran mirovên Rojava û Başûrê Kurdistanê mexdûr dike. Ji 11'ê Gulanê ve PDK bi biryareke yekalî deriyê sînor ê Sêmalka (li aliyê Pêşxabûrê) yê di navbera herêmên Rojava û Başûrê Kurdistanê de, girtiye. Îro 9 roj in, çûnûhatin li deriyê sînor nîne.
Rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman ku girtina Deriyê Sêmalkayê xizmeta siyaset û armancên dijminên Kurdan dike û parçebûnê di navbera civaka Kurdistanê de çêdike.
NAVENDA NÛÇEYAN