- Rojnamevan Kemal Chomanî destnîşan kir piştî rakirina kotaya kêmaran û ji ber zexta navnetewî û çavdêriya Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê, ji bo ku wê nema karibe fêhlan bike PDK ditirse ku bikeve hilbijartinê û heta ji dest tê dixwaze hilbijartinê taloq bike.
GÖZDE GULER
Rojnamevan Kemal Chomanî têkilî hewldana taloqkirina hilbijartinê ya ji alî PDK’ê ve û siyaseta PDK’ê bersiv da pirsên rojnameya me.
Chomanî destnîşan dike ku PDK heta niha bi fêhl û finasan ketiye hilbijartinê, bi biryara Bexdayê re rewş guheriye û PDK ji vê ditirse.Chomanî dibêje rakirina kotaya kêmaran jî ji tirsa PDK’ê re faktoreke girîng e.
Rojnamevan Kemal Chomanî destnîşan kir piştî biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê PDK ditirse ku wê nikaribe weke berê fêhlan bike û ji ber vê ji hilbijartinê ditirse.
PDK nema dikare fêhlan bike
Chomanî têkilî mijarê wiha dibêje:’’Halê hazir PDK ji ber zexta navnetewî û çavdêriya Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a hikûmeta Iraqê ditirse ku wê nikaribe di hilbijartinan de fêhl û finasan bike. Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Herêma Kurdistanê bi sedema ku dijî destûrê ye hate betalkirin. Her wiha Dadgeha Bilind a Iraqê kotayên kêmaran rakirin û ev faktoreke girîng e. Li Parlamentoya Kurdistanê 111 kursî hene, 11 ji van ji bo kêmaran e. Lê ev kursiyên ji bo kêmaran ji alî PDK’ê ve têne îstîsmarkirin, namzetên bi PDK’ê re lihev li civakên kêmar ferz kiriye û ji bo ku nûnerên kêmaran bi PDK’ê re levhatî bin milîsên xwe bi kar anîne. Ev manîpulasyon hem ji alî kêmaran ve û he jî ji alî partiyên siyasî yên Kurd ve hatiye rexnekirin.’’
PDK encex 25 kursî bistîne
Chomanî bi domdarî dibêje heke hilbijartin bi dadmendî pêk bên PDK encex dikare 25 kursiyan bistîne:’’Li ser rakirina kursiyên kêmaran a ji alî Dadgeha Bilind a Iraqê ve, bû sedema ku PDK îtîrazê bike. Heke Komîsyona Bilind a Iraqê bi Neteweyên Yekbûyî û desteke lojîstîk a civaka navnetewî bikeve hilbijartinê şansê ku PDK di hilbijartinê de bi ser bikeve wê kêm bibe. Bi rastî jî heke hilbijartin bi azadî, dadmendî û demokratîk pêk were, PDK ji 100 kursî encex bikaribe 25’an jê bistîne.’’
Doza Barzaniyan wê bandorê bike?
Li ser pirsa bê ka doza li Emerîkayê ya têkilî Barzaniyan wê tesîrê li ser hilbijartinê li Hewlêrê û Duhokê bike yan na Chomanî dibêje doza ku li Emerîkayê li ser giregirên PDK’ê didome geşdaneke bêmînak e, cara pêşî ye ku têkilî sûcên siyasî û fînansî sûcên dijî mirovahiyê jî hene, belgeyeke 400 rûpelî li ber destê dadgehê ye û piraniya van belgeyan li Kurdî nehatine wergerandin.
Kurdan PDK têra xwe nas kirine
Chomanî wiha didomîne: ‘’Li gel vê jî di hilbijartinan de ku demeke nêz wê pêk werin, ji bo ku hilbijêr biryarên xwe bi zanebûn bidin hewceyî zêde bi van beglgeyan nîne. Rêveberiya van 30 salên dawî yên PDK’ê, bêrehbûna PDK’ê û rastiya wê têra xwe daniye holê. Gelê Kurd, bêyî ku hewceyî bi delîlên zêdetir bibe, têra xwe bû şahide van tiştan ku bikaribe biryareke bi zanebûn bide.
Hilbijartin tim hatine taloqkirin
Têkilî pirsa bê ka hilbijartin dikarin di dema diyarkirî ango Hezîranê de pêk werin Chomanî bi bîr dixe ku ji hilbijartina giştî ya 1992’an û wir ve li Herêma Kurdistanê tenê 5 caran hilbijartin bûye û yek ji van jî di dema diyar de nebûye, ji bilî pevçûna naxwe ya di navbeyna PDK û YNK’ê de nîvê salên 90’î her carê hilbijartin hatine taloqkirin û dibêje,’’Hilbijartina nêz jixwe beriya niha hatibû taloqkirin û weke ku plansaziya wê hatî kirin, jixwe pêşbîniya wê nayê kirin ku Temûz an jî Tebaxê bibe. Her çendî îhtîmal hebe ku Kanûnê bibe jî, wê taloqî Nîsana 2025’an an jî demeke jê dûrtir bibe. Ev modêla taloqkirinê, derbê li pêvajoya demokratrîk dixe û kêmasiyên pergala siyasî ya Herêma Kurdistanê destnîşan dike.’’
Parlamentoyê xwe betal kiriye
Dadgeha Bilind a Iraqê bi rengekî bêsedem taloqkirin hilbijartinê da ber çavan, parlamentoya Herêma Kurdistanê û biryarên ku ji 2022’an û pê de standî weke ‘derqanûnî’ hesiband. Chomanî li pirsa pirsa ku hilbijartin di dema xwe de nebe ev ê çawa bandorê li Kurdistanê bike dibêje,’’Ti saziyên bilind ên Herêma Kurdistanê halê hazir jî ne yasayî ne, ji ber ku parlamentoyê xwe betal kiriye. Li gorî qanûnan dema ku parlamentoya berdest hate betalkirin, seroktiya Herêma Kurdistanê nerewa dibe. Ji ber vê jî, Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê divê weke hikûmeteke dembihurî bixebite. Lê siyasetmedarên me, guh nadin yasayîbûna saziyan, ji berk u dizanin rewatiya xwe ya yasayî, bi qanihkirina asgarî ya gel bi zorê bi dest dixin.
Bexda wê dozê veke
Comanî wiha didomîne: ‘’Dadgeha Bilind a Iraqê, heke hilbijartin di dema xwe de nebin, diyar e wê dozê li saziyên Herêma Kurdistanê veke.Dewleta Iraqê halê hazir ne xurt e, lê li bara Herêma Kurdistanê ku tim rêgezên demokratîk binpê dike, wê vê fersendê beleheq bernedê.’’
PDK ji destkeftiyên Kurdan ditirse
Chomanî bi berdewamî destnîşan kir PDK destkeftiyên partiyên Kurdan ên li devereke cîhanê ji bo xwe weke gefekê dibine û got,’’PDK ji alî dîrokî ve weke partiyeke wekîl a Îran an jî Tirkiyê kar dike, derb li yekîtiya Kurdan û tevgera azadiya Kurd ên li herêmên din daye. Ji 1975’an û wir ve piştî ku rikberên wê yên siyasî derketin holê, PDK pêşî bi Kurdan re şer kiriye, ne bi dijminê Kurdan re. Salên 70’yî li dijî Kurdên Îranê bi artêşa Îranê re hevkarî kiriye, salên 80 û 90’î bi YNK’ê re şer kiriye, her wiha salên 90’î bi PKK’ê re şer kiriye. Niha jî PDK derbê li destkeftiyên Kurdan ên li Rojava û Bakur dixe û weke wekîlê Tirkiyê tevdigere.’’ NAVENDA NÛÇEYAN