- Malbatên du ciwanên dewleta Tirk ji Bradostê 30´ê Kanûna 2021´ê revandî û 5´ê Çile berdayî, hatine çavtirsandin. Malbat ji bo zarokên xwe yên ji 5´ê Çileyê 2022´yê ve di destê hêzên PDK´ê de ne newêrin ji çapemeniyê re bipeyivin.
REWŞAN DENIZ/HEWLÊR
Di wê meseleya du ciwanên Bradostê de yên ku dewleta Tirk ew 30´ê Kanûna 2021´ê revandin û 5´ê Çilê 2022´yan berdan, rewş hîna ne zelal e û kes nizane ka PDK´ê çima herdu ciwan girtine û wan bernade. Malbat newêrin ji çapemeniyê re bipeyivin û Serokê Komîsyona Karûbarên Civakî û Mafê Mirovan a li Parlamena Hewlêrê, Romyo Hekarî jî dibêje, haya wan ji meseleyê heye, lê fermî ji wan neyê xwestin ew nikarin bişopînin. Hingê jî tê bîra me, gava ku gava hîna ciwan di destê dewleta Tirk de bûn, ji heman komîsyona parlamenê Bedriye Smaiîl gotibû, gilî li ber destê wan e û ew ê mijarê bişopînin. Çima parlamen nikare li rewşa ciwanan bipirse gava ku PDK wan dîl digire? Gelo parlamen nikare bi PDK´ê?
15 roj in aqûbeta wan nediyar e
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker 30´ê Kanûna 2021´ê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa yên ji Bradostê revandin û li baregeheke li Şemzînanê êşkence li wan kir, ew 5´ê Çile berdan. Piştî ku ev ciwan hatin berdan, hêzên PDK´ê ew kirin nezaretê. Her du ciwan ji hingê ve di nezaretê de ne û tevî ku rayedarên rêveberiya devera Soran a PDK´ê gotibûn tenê wê îfadeya wan bê girtin, piştî bi 15 rojan jî ew hîna nehatine berdan. Ciwanên ku niha dîlên PDK´ê ne Ekrem Xelîl Zikrî 22 salî ye û Zêdan Nebî Mistefa jî 18 salî ye; her du jî ji gundê Dayla yê ser bi bajarokê Sîdekan yê ser bi Herêma Bradost a Hewlêrê ne. Li gorî agahiyên me berê ji çavkaniyên taybet girtibû, çekdarên PDK’ê her du ciwan kirin nezaretê û radestî asayîşa Mêrgesorê kiribûn.
Çima kes nikare li aqûbeta wan bipirse?
Ji Rojnewsê Botan Germiyan doh bi Serokê Komîsyona Karûbarên Civakî û Parastina Mafê Mirovan a Parlamena Hewlêrê, Romyo Hekarî re li ser aqûbeta her du ciwanên ji Bradostê peyivî. Wî gotiye, “Agahiya me ji vê mijarê heye, lê heta ku fermî daxwazê ji me nekin, em nikarin bişopînîn.”
Berpirsa Komîsyona Karûbarên Civakî û Mafê Mirovan a li Parlamena Hewlêrê, Bedriye Îsmaîl 5´ê Çileyê 2022´yan ji Rojnewsê re peyivîbû û gotibû, revandina ciwanan ya ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve, binpêkirina destûrî û mafê mirovan e. Wê hingê bang li Hikûmeta Hewlêrê kiribû da ku derbarê mijarê de bêdeng nemîne. Wê her wiha gotibû, ji bo aqûbeta ciwanan, gilî gihiştiye ber destê wan: “Niha gilî gihiştiye ber destê me, em ê lêkolînê bikin.”
Ew ciwan niha di destê hêzên PDK´ê de girtî ne û malbatên wan newêrin ne li aqûbbeta wan bipirsin, ne jî ji çapemeniyê re bipeyivin. Lê serokê komîsyona parlamena Hewlêrê li benda “daxwazeke fermî” ye: “Ti kesî bi fermî daxwaz ji me nekiriye, heta ku bişopînin. Ji ber vê, em nikarin bişopînin. Heger malbatên wan bên parlamenê em ê pêşwaziya wan bikin û li gel wan biaxivîn.”
Malbat çavtirsandî kirine
Me hewl da xwe bigihînin malbatan, lê malbatên herdu ciwanan got, ew newêrin li ser mijarê ji ragihandinê re bipeyivin û zarokên wan jî hîna nehatine berdan. Wekî din bi giştî jî parêzer li deverên di îdareya PDK´ê de newêrin xwe bidin ber dozên bi vî rengî û li rewşa xelkê revandî yan jî PDK´ê ew dîl girtine, bipirsin.
Serokê rêveberiya Soran a PDK’ê çi gotibû
Serokê rêveberiya devera Soran a ser bi Hewlêrê ya ku Sîdekan jî bi ser e, Helgurd Necîb ji çapemeniya PDK´ê re roja ku dewleta Tirk ciwan berdan, peyivî. Wî qebûl kir ku ciwan hatine berdan û ji bo îfadeya wan bê girtin jî hêzên asayîşê ew kirine nezaretê. Lê ji 5´ê Çile ve gelo îfadeya van ciwanan çawa çêbû ku nehatiye girtin? Çima parêzer û rêxistinê peywendîdar nikarin li aqûbeta wan bipirsin û çima malbat evqasî hêsanî dikarin bên bêdengkirin? Ev pirs li ber muxatebê xwe ne û em jî weke rojname, em ê mijarê bişopînin.