Parîs mala Kurdan e

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 8 Gulan 2023 - 03:15

Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn heta 12’ê Gulanê wê bidome. Senatorê Parîsê Remî Feraud di destpêka festîvalê de axivî û got, “Şaredariya Semta 10´an a Parîsê mala Kurdan e. Li şaredariyê pêşwazîkirina merasîmeke wiha, rûmet e.”

Ji bo kesên ku bixwazin çanda Kurd, midbexa Kurd, Şano û lîstikên herêmî yên Kurdî nas bikin, Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir. Mihrîcan diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hat kirin û mihrîcanê li serê merdîvenên ku ew lê hatine qetilkirin, dest pê kir.

Di destpêka merasîmê de nûnerên saziyên Kurdistanê, muzîkvan û komên foklorê ji Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê hetanî avahiya Şaredariya Semta 10´an a Parîsê ya meşeke çandî li dar xistin. Xwepêşandan li herêmê rastî elaqeyek mezin hat.

Vekirina mihrîcanê ku hem li navenda paytextê û hem jî di gelek komunên li herêma Parîsê de merasîman digire nava xwe, li Şaredariya Semta 10´an a Parîsê pêk hat. Li ser ekranê wêneyên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin nîşandan û li ber wê re jî li stranên Mîr Perwer hate guhdarîkirin. Li ser navê CDK-F’ê Bêrîvan Firat mêhvanên li salonê silav kirin. Firat anî ziman ku mihrîcan diyarî şehîdên Parîsê hatiye kirin û piştre behsa nimûneyên çanda Kurdan kir.

Senatorê Parîsê Remî Feraud, Senatora Partiya Komunîst Laurence Cohen, Endamê Meclîsa Şaredariya Semta 10´an Parîsê Elie Joussellin, Seroka France Kurdistanê Sylvie Jan, Serokê Acortê Umît Metîn, nûnerên saziya Keldanî, Federasyona Jinan a Kabîlan, Actît û rayedarên Şaredariya Sarcellesê, gelek siyasetvanan li salonê cihê xwe girtin.

Di bernameya vekirinê de koma Govendê ya Rojbîn a Parîsê, Meral Alkan û Ûlaş Kelaşîn derketin ser dikê.

Her wiha şaredariyên Sarcelles û Bobignyê jî cih dan aktîvîteyên mihrîcanê.

 

Bernameya mihrîcanê

Li gorî bernameyê vekirina roja destpêkê û roja duyem, wê li Komeleya Kurd taştê bê dayîn. Roja piştre, li banliyoya Sarcellesê wê şanoyek bê nîşandan.

9’ê Gulanê li Bobignyê wê dengbêj şeveke muzîkal li dar bixin.

10’ê Gulanê ji bo zarokan wê anîmasyon û belgefilma “Darên bi tenê” bê nîşandan.

11’ê Gulanê wê bi temaya “Jin jiyan azadî” pêşengeh bê vekirin.

12’ê Gulanê li navenda Parîsê, Koma Bajar, Mehmet Atli û Rûken Yilmaz wê konsera fînalê bidin.

ANF/PARÎS

 

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.