SELMA AKKAYA/PARÎS
Roja 3’yemîn a Mihrîcana Çandê ya Kurd a Parîsê ya 2’yemîn, Dîwana Dengbêjan hat danîn. Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), Enstîtuya Fikir û Lêkolînên Li Ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Huner û Çandê ya Kurdistanê (ACK) û Weqfa Danîelle Mîtterrand bi hev re Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’yemîn organîze dikin. Şaredariyên Parîs, Semta 10´an a Parîsê, Bobîgny û Sarcellesê jî piştgirê wê ne. Di roja 3´yan a mihrîcanê de Dîwana Dengbêjan li Navenda Çandê ya Bobignyê hat danîn. Di dîwana dengbêjan de dengbêjên di bin banê TEV-ÇAND´ê de kar dikin ên weke Hozan Şemdîn, Marûf, Tava Afrînê, Diyar, Ciwan û Hozan Serhat kirin ku bi sedan Kurd û dostên wan bi kilamîn dengbêjan şa bibin. Wekî din hunermend Deza, Dîda, û Piya jî derketin ser dikê.
Beriya dengbêj dest bi kilamên xwe bikin, şaredarê Bobignyê Abdel Sadi got, “Li Bobignyê 133 milet hene û bi sedan komele. Ji bo me cihê rûmetê ye ku CDK-F û organîzasyona festîvalê bi çalakiyekê çanda gelê Kurd ê berxwedêr li semta me da nasîn, em malavahiya wan dikin. Em bextewer in ku me ev pira dostaniyê lê kir.”
Beriya ku dîwan bigere, Hozan Marûf ji ber 40 saliya dengbêjiya xwe hat xelatkirin. Li ser navê Komîteya Mihrîcanê Zozan Serhat ku ji Tevgera Jinên Kurd e, xelat da.
Li ser dikê pêşî hunermend Dîda û Piya bi hev re stranên xwe gotin û paşê jî hunermend deza derket ser dikê. Tava Afrînî, Hozan Marûf û Hozan Şemdin jî kilamên xwe gotin. Piştre jî dengbêjên ciwan Serhat, Diyar û Cihan kilam gotin.
Salona dîwanê, bi xalîçe û neqşên Kurdan hat xemilandin. Kilam hatin gotin, danasîna xwarinên Kurdan hat kirin.
Fînal sibe bi konserê ye
Roja çaran a mihrîcanê ji bo zarokan bû. Zarok, li Navenda Çandê ya Kurd a Demokratîk hatin ba hev, neqşên bi ziman û çanda xwe çêkirin û stran gotin.
Piştre li avahiya komeleyê filmê belgeyî “Darên bi tenê” hat nîşandan.
Sibe konsera fînalê ya Mihrîcanê bi beşdariya Koma Bajar, Mehmet Atli û Ruken Yilmaz tê kirin.