PADÊ ji bo Êzdatiyê ye, divê biryar betal bibe

Pêncşem 19 Îlon 2024 - 15:40

  • Nerazîbûnên li ser biryara girtina PADÊ didomin. Endamên sazî û dezgehên yên Dîgurê serdana navenda PADÊ ya Sinûnê kirin û gotin ew ê biryara girtina PADÊ qebûl nekin û banga betalkirina biryarê dan. Her wiha hate gotin PADÊ ji bo Êzdatiyê ye û hate xwestin civaka Êzîdî li dora PADÊ bicive.

Nerazîbûna li ser biryara girtina Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidyan (PADÊ) didome. Bi vê çarçoweyê Endamên meclîsa gel û meclîsa jin û endamên tevgera ciwanên Ezidxanê yên Digûrê ji bo desteka xwe ya ji bo PADÊ nîşan bidin serdana navenda PADÊ ya Sinûnê kirin. Endamên sazî û dezgên Rêveberiya aşkere kirin ku ew biryara li ser PADÊ qebûl nakin û ji bo biryar were betalkirin ew ê têbikoşin.

Em ê vê neheqiyê qebûl nekin
Endama Meclîsa Digûrê Nazê Elyas biryara girtinê ya derheqê PADÊ şermezar kir, destnîşan kir ku PADÊ partiyeke siyasî ye, bi xwîna şehîdan ava bûye û got,’’Çi dikeve ser mile me em ê bikin. PADÊ ne bi hêsanî hat avakirin, ji hingî ve ji bo gelên Şengalê kar dike. Biryara girtina PADÊ neheqî ye. Dema Qasim Keşko bi ser ket jî, me zanî neheqî li partiya me dikin.”

PADÊ ji bo Êzdatiyê ye
Nazê Elyas xwest ku civaka Êzîdî li dijî biryarê bêdeng nemîne, bang kir ku gel li dijî biryarê rabe. Elyas got,’’Hebûna partiyeke siyasî ya Êzidiyan girîng e, ji ber vê divê Êzidî vê biryarê qebûl nekin û bêdeng nemînin. PADÊ ne tenê ji bo yek kesî ye, ji bo Ezdayetiyê ye. Her dewlet bi partiyên xwe nûnertiya xwe dikin, ji ber vê yekê ye dixwazin dengê partiya siyasî ya Êzidiyan qut bikin.”

Wê sibe saziyên din jî bigirin
Endamê Tevgera Ciwanên Ezidxanê Eyad Hisên diyar kir ciwan dijî biryarê bihêrs in, anî ziman hêza wan a leşkerî heye lê bêyî siyasete karên din nameşin û xwest ku civaka Êzîdî zêdetir li partiya xwe xwedî derkeve. Hisên got,’’Eger îro bikaribin partiya me ya siyasî bigirin, wê sibê sazî û dezgehên din jî bigirin. Ji bo wê jî divê em îro dest bidin hev û partiya xwe ya siyasî biparêzin. Divê hemû Êzidî xwedî li partiya xwe derbikevin û berê xwe nedin partiyên din.” 

Heqê Êzîdiyan e ku xwe rê ve bibin
Endama Meclîsa Jin ya Digûrê Semira Simoqî jî anî ziman ku ew dixwazin biryara girtina PADÊ were betalkirin û wiha axivî: “Di dema herî zehmet de PADÊ hat avakirin, eger kêmaniyek hebe mirov dikare sererast bike. Lê ti kêmaniyek PADÊ nîne. PADÊ bi xwîna şehîdan hat avakirin, cihê PADÊ diyar e. Êzidî jî heqê xwe hene ku xwe bixwe birêve bibin, vê yekê jî dibin sîwana PADÊ de dibin ala Iraqê de dikin. Ji ber vê yekê em biryara girtina PADÊ bi ti awayî qebûl nakin.”

Em amade ne
Hevserokê Meclîsa Digûrê Hemo Elî jî diyar kir ku Êzidî biryara girtina PADÊ qebûl nakin û got: “Bi  PADÊ Êzidî heta îro li ser lingan disekinin. Çi ji me bê xwestin ji bo ev biryar were paşvekişandin em amade ne vê pêk bînin.” ROJNEWS

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.