Şervanê YBŞ’ê Şingal Qiranî ku di encama qezayekî de şehîd bû, doh li Şengalê bi merasîmeke leşkerî hate oxirkirin.

Li ser navê fermandariya YBŞ’ê Zekî Şingalî di merasîmê de axivî û got: “Hevreyê me Şingal hertim bi erk û berpirsyarên xwe rabû û bi vê berpirsyariyê tevlî nava refê Yekîneyên Berxwedana Şingalê bû. Her tevlîbûnên ciwanên Êzîdî di xeta şehîd Mam Zekî û şehîd Zerdeşt de pîroz e.”  ŞENGAL