• Hiseyîn Kara: Me ji wan re got, divê Iraq û Neteweyên Yekbûyî li hemberî xweseriya me ya wargehê rêzdar bin. Wan jî soz da, heger ew werin, êriş wê rawestin. Bê guman wê çend bikarin yan jî bikin, nediyar e.

ÎDRÎS KARA
MEXMÛR

 

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji bo Kurdan rojeveke sereke ye. Ji roja penaberbûnê ve êrişên dewleta Tirk li dijî wargehê ranewestane. Herî dawî, dewleta Tirk 5’ê Hezîranê jî êrişî navenda wargehê kir. Piştî nerazîbûnan di asta bilind de ji Bexdayê şande çûn serdana wargehê û ji Mexmûrê jî şande çûn serdana Bexdayê. Endamên şandeya wargehê yên ku hem li Bexda hem jî li wargehê bi rayedarên Iraqê re civiyan, behsa helwêsta Iraqê, sozên wê û daxwazên Mexmuriyan kir. Ji roja penaberbûnê heta roja îro, penaberan 7 cihên wargehan guhertin. Tevî ku cihê wargehê îro 180 kîlometroyan dûrî sînorê dewleta Tirk e jî dewleta Tirk bela xwe jê venake. 

Wargeh bi awayekî fermî ser bi Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a Netewên Yekbûyî ye, lê tevî vê yekê jî êrişên dewleta Tirk yên li dijî wargehê ranewestiyane. Dewleta Tirk gelek caran bi balafirên şer û dronên bi sîleh êrişî wargehê kir. Di encama êrişan de gelek welatî şehîd û birîndar bûn. Tevî êrişên dewleta Tirk gefa êrişên çeteyên DAIŞ’ê jî li ser wargehê didome. Wekî din ev qederê 2 salan e ku PDK rê nade nexweş, karker, xwendekar û welatiyên wargehê biçin Hewlêrê. Dewleta 

Nerazîbûnên ji êrişê

Tirk a dagirker 5´ê Hezîrana 2021’ê bi dronên bi sîleh êriş bire ser wargehê. Cihê ku êriş lê pêkhatî ber derê parka Şehîd Aryen bû. Yanî nîvê wargehê ye, û li derdora parqê dibistanên wargehê hene. Piştî êrişê di asta navneteweyî û herêmî de nerazîbûn hatin nîşandan. 

Balyoza Emerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî, Linda Thomas Greenfield derbarê êrişên li dijî Mexmûrê de got, “Ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mirovî ye. Ji ber van êrişan ez gelekî bi fikar im.”
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî êrişa dewleta Tirk a li dijî wargehê bi tûndî şermezar kir û êriş weke ‘pêngaveke metirsîdar’ bi nav kir. Ji bilî vê sazî û rêxistinên civaka sivîl, navneteweyî, rojnamevan û gelek aliyên siyasî jî êrişa dewleta Tirk şermezar kir.

Şandeyek ji nûnerên Yekîtîy Nîştimanî Kurdistan (YNK) a Qereçox a Mexmûrê çû serdana wargeha penaberan. Li cihê bûyerê, Nûnerê malbenda 20´an a Qereçox a YNK’ê Xazî Faysal axivîbû û gotibû; “Cihê ku êriş lê çêbûyî meydaneke futbolê ye, cihê sivîlan e. Wek tê dîtin jî ev cih navenda wargehê ye û li wir hemû, dibistan, park û malên welatiyan in. Ev êriş, êrişeke terorîstî ye.”

Herwiha şandeyek ji nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê jî çû serdana wargehê û êrişa dewleta Tirk bi tûndî şermezar kir. 

Piştî êrişê Bexdayê ji Mexmûrê şande xwest

Piştî êrişa 5’ê Hezîranê, Iraqê yekser ji wargehê xwest şandeyek biçe Bexdayê. Şandeyeke ji nûnerên wargeha penaberan a Mexmûrê, li ser vê yekê li Bexdayê bi rayedarên Iraqê yên di asta bilind re civiya. Yek ji endamê şandeyê, Hevserokê Şaredariya Gel a Mexmûrê Bedran Pîran bû. Bedran Pîran li ser mijarê ji rojnameya me re got, beriya ew biçin Bexdayê, Iraq û Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa wargehê civiyabûn. Pîran di dewamê de behsa hevdîtinên xwe kir: "Ji me xwestin em behsa dîroka wargehê bikin, me behsa rewşa wargehê ya dema Sedam Hisên, piştî Sedam, beriya êrişa DAIŞ´ê û piştî êrişa DAIŞ’ê ji wan re kir.

Me ji rayedaran re sedema penaberbûna xwe rave kir, me ji wan re got, em ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk penaber bûne. Dewleta Tirk çetetî li me ferz kir, dem dan gotin ger hûn di van rojan de gundên xwe vale nekin, em ê we hemûyan qetil bikin. Em neçar man penaber bibin, me 7 wargeh guhertin, lê dîsan dewleta Tirk dev ji me berneda û hertim êrişî me kir. Bê guman êriş bi hevkariya PDK’ê pêk tên.
Ti pirsgirêka me bi civaka Ereb re nîne û çênebûye, 22 sal in em li Mexmûrê ne, ti pirsgirêka me bi Hikûmetên Iraqê re jî çênebûye.

Rayedarên Iraqê gotin, dewleta Tirk ´zexteke zêde li me dike´. Iraqê got, Tirkiye dibêje, PKK di nava wargehê de heye û ew ´di bin zexteke mezin de ne´. Iraqê got, ´Em ê careke din vegerin wargehê, Neteweyên Yekbûyî jî bi me re wê were nava wargehê.´ Me ji wan xwest bên bi xwe li nava wargehê bigerin û li rewşa xelkê binihêrin."

Iraq jî dizane armanc dagirkerî ye 

Bedran Pîran di dewamê de diyar kir ku wan behsa armanca dewleta Tirk kiriye û rayedarên Iraqê jî bi wan re hemfikr bûn: "Me ji wan re got, dewleta Tirk dixwaze xewna xwe ya dewleta Osmaniyan zindî bike, rayedarên Iraqê jî li ser vê mijarê bi me re hemfikr bûn.”Hevserokê Şaredariya Gel a Mexmûrê Bedran Pîran got ku hîn jî ew ne gihiştine encamek dawî û wê hevdîtinên wan dewam bikin.

Dewleta Tirk ji hebûna wargehê aciz e

Piştî ku şandeya Mexmûrê ji Bexdayê vegeriya, vê carê şandeyeke Iraqê ku di asta bilind de bû, serdana wargeha penaberan kir. Şande ji aliyê nûnerên wargehê ve hat pêşwazî kirin. Yek ji nûnerên wargehê yê ku bi şandeya Bexdayê re civiyabû, mamosta Hiseyn Kara bû. Mamosta Hiseyn di heman demê de berdevkiya şandeyê dikir. Hiseyîn Kara bi bîr xist ku ev 27 sal in ew li Iraqê ne û sedema penaberbûna wan jî zilm û zordariya dewleta Tirk bû. 

Hiseyîn Kara ragihand ku şêniyên wargehê bi doza xwe ya rewa ve dilsoz in: “Ev xelk nasname, çand, dîrok û zimanê xwe, li ser axa xwe jiyanek azad dixwaze. 14 hezar kesan koçberî Başûrê Kurdistanê bûn.
Dewleta Tirk dixwaze bi rêya leşkerî pirsgirêka Kurdan çareser bike, lê me hertim xwestiye pirsgirêk bi rêya aştiyane û diyalogê were çareserkirin. Bê guman ev yek bandorê li dewleta Tirk dike, ji ber ku em girseyek sivîl in, jin zarok û kal hene, daxwazên me rewa ne. Ev 27 sal in, bê navber êrişên dewleta Tirk li dijî me dewam dikin. Gelek mirovên me hatin qetilkirin û hatin revandin, me gelek berdêl dan."
Kara di dewamê de behsa hewldanên dewleta Tirk yên ji bo belavkirina wargehê kir: “Ji bo ku wargeh were belavkirin, dewleta Tirk zexteke zêde li Neteweyên Yekbûyî, Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Ji ber van zextan jî heta niha Neteweyên Yekbûyî, Iraq û Herêma Kurdistanê erkên xwe pêk neanîne. Em ji mafên penaberan hatine bêparhiştin, li tevahiya pirsgirêkên me bi çavê siyasî dinihêrin. Di heman demê de Neteweyên Yekbûyî, Iraq û Herêm alîgirê siyaseta dewleta Tirk in. Ji bo ku wargeh belav bibe, ev hêz tên bikaranîn. Sîxurtiyê ferz dikin, welatî revandin û rê li ber debara welatiyan girtin."
 
NY ji ewlehiyê berpirse

Hiseyîn Kara bi bîr xist ku ew di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ne, di asta yekem de NY ji ewlekariya wan berpirs e û wiha dewam kir: "Ji ber ku wargeh li Iraqê ye, di heman demê de Iraq jî berpirs e. Her kes dizane wargeh bi sedan kîlometre ji Tirkiyeyê dûr e, lê balafirên Tirkan tên û komkujiyê dikin. Bi hêcetên cûda êrişan dikin, lê di wargehê de bi hezaran dayîk, zarok, kal û ciwan hene. Ev çi siyaset e, qetilkirina zarokan rewa dibînin, li hemberî vê jî çavê xwe digirin. Me hertim derbarê rewşa wargehê û êrişên dewleta Tirk de, ji vir heya Cenevre rapor şandine. Herî dawî serokkomarê Tirk Erdoxan gefa êrişê xwar. Erdoxan bang li NY´yê û Iraqê kir, ger hun destwerdanê nekin, ez ê êriş bikim. Pitşî wê çend rojan êrişî navenda wargehê kir. Êdî Erdoxan zarok kirin hedef, êrişî parka zarokan, cihê dibistanên me kir."

Hêza wargehê ji rêxistinbûna wê ye

Hiseyîn Kara di dewamê de behsa şandeya rayedarên Iraqê ya serdana wargehê kirî, kir: "Şande hat û em bi wan re civiyan, me ji wan re got, hûn berpirsyariya xwe bi cih naînin. Me ji wan re behsa dîrok û jiyana wargehê kir. Me got, heta niha ti pirsgirêkeke me bi wan re çênebûye, ti pirsgirêkeke me bi hikûmetên Iraqê re çênebûye. Me ti carî ji dewleta Iraqê re astengî çênekiriye. 
Em weke wargeh xwedî sazî û meclis in, rewşa li wargehên din yên penaberan peyda dibe, li vir peyda nabe. Ev jî ji bo Neteweyên Yekbûyî û Iraqê dibe bar sivikî. Xweseriyeke me heye û heta niha em li gorî wê tevdigerin. Iraq jî li gorî wê tevdigere. Em weke girse rêxistinkirî ne, ger neheqiyek çêbe, em nerazîbuna xwe bi awayekî sivîl tînin ziman. Hêza me ji rêxistbûna me tê.”

Dixwazin êrişan asteng bikin

Hiseyîn Kara qala sozên rayedarên Iraqê kir û got, "Ji me re gotin, em dixwazin pirsgirêka ewlekariya wargehê çareser bikin. Jixwe dema Sedam Hisên de jî Neteweyên Yekbûyî hebû piştî Sedam jî amade bûn. Lê bi ti awayî destwerdanek di nava wargehê de çênedibû, dema alîkarî dihat yan jî tiştek din heba, me bi xwe weke gel ev yek dikir. Ji ber ku em xweser in û xwedî sazî ne."

NY'yê soz daye rêz bigire û biparêze

Hiseyîn Kara dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê jî bi bîr xist û got, "Polêsên Iraqê yên li wargehê, bêyî ku xelkê biparêzin, reviyan. Neteweyên Yekbûyî jî çûn û nehatin. Vê jî bandoreke nerênî ava kir. Dema DAIŞ êriş kir li ser daxwaza herêma Kurdistanê, koalîsyon û Iraqê, gerîlayên azadiyê hatin. Gerîlayan bi xelkê wargehê û pêşmergeyan re wargeh ji DAIŞ’ê rizgar kir. Ev jî di nava wargehê de bû sedem ku bawerî bi gerîla were. Piştî gerîla hatin, em vegeriyan wargehê û me careke din dest bi jiyana xwe kir. Lê dîsan, rayedarên Iraqê gotin, zextên dewleta Tirk pirr hene. 

Li vir siyaseteke qirêj dîsan di rojevê de ye. Tişta Iraq dibêje, baş yan xirabiya wê tam nediyar e. Ji ber ku li ser zexta dewleta Tirk serdana wargehê dikin. Tirkiye ji wan re dibêje, dor li wargehê bigirin, nehêlin kes debara xwe bike û wan tenghal bikin. Tirkiye ji bo ku wargehê belav bike, her tiştî dike. Me ji wan re got, divê Iraq û Neteweyên Yekbûyî li hemberî xweseriya me ya wargehê rêzdar bin. Wan jî soz da, heger ew werin, êriş wê rawestin. Bê guman wê çend bikarin yan jî bikin, nediyar e. Ji ber ku rewş li holê ye.”
Hiseyîn Kara got, xelkê Mexmûrê bi xwe wê siberoja xwe diyar bike. Kara da zanîn ku wan dawiyê daxwazên xwe bi nivîskî radestî rayedarên Iraqê kirine û hevdîtinên wan bi Neteweyên Yekbûyî û Iraqê re dewam bikin. 


 

Dîrokçeya êrişên dewleta Tirk yên li dijî Mexmûrê

6’ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bûn.
13’ê Kanûna 2018’an balafirên şer ên Tirk bombe li penaberên Mexmûrê barandin û Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûn.
Roja 18’ê Tîrmeha 2019’an careke din balefirên Tirk bombe li wargehê barandin û di encamê de du şêniyên wargehê birîndar bûn.
15’ê Nîsana 2020’an jî balefira bê pîlot a Tirk bombe li şêniyên wargehê barandin û di encamê de sê jinên ciwan ên wargehê şehîd bûn.
Di 15’ê Hezîrana 2020’an de jî balefirên artêşa Tirk derdora wargeha Mexmûrê û Çiyayê Qereçox bi dijwarî bombebaran kir. Lê ti ziyaneke canî çênebû.
Herî dawî 5´ê Hezîrana 2021’ê  balefira keşfê ya bi çek a dewleta Tirk bombe li wargehê barand, ti ziyanên canî bi xwe re ne anî.