Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên rojhilat ên Babê yên rizgarkirî didomînin, ji ber êrişan ziyanên mirovî û madî çêædibin.
28’ê Tîrmeha borî, dagirkeran gundên Kawkilî, Korhiyok, Qert Wêran ên gundewarên rojhlatê bajar ên rizgarkirî dan ber topan. Dagirkeran ji nuqteya xwe ya li gundê Şêx Nasir gundên navborî topbaran kirin û ziyanên mezin gihandin milkên sivîlan.
Endamê rêveber ê nivîsgehên Meclisa Leşkerî ya Babê Nadir El-Meşlûq ji ANHA’yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane herêmên ewle yên sivîlan ên gundewarên rojhilatê Babê yên rizgarkirî, topbaran dikin.
Nadir El-Meşlûq got: “Êrişên dagirkeriya Tirk delîlê binkeftina dagirkeran di pêkanîna destkeftiyan li ser erdê de ye.
Dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazan li gel bêdengiya navneteweyî destekê dide terorê, li herêmên ku dagir kirine çeteyan perwerde dike û desteka leşkerî, lojîstîk û madî pêşkêşî wan dike.
Li wê herêmê şênî li hemberî kiryarên revandin, talankirin û dizî, kiryarên xirabkirina ku leşkerên Tirk û çeteyên wê pêk tînin bertekan nîşan didin û li hemberî wan xwepêşandanan li dar dixin.”
‘Şopdarên xeta şehîdan bin’
Her wiha Nadir El-Meşlûq xîtabî şêniyên bajarê Babê jî kir û got: “Ji bo şêniyên me yên li bajarê Babê ku li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide, em di Meclisa Leşkerî ya Babê de dê şopdarên xeta şehîdan bin, em ji bo rizgarkirina we ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û tunekirina tevahî cûreyên terorê di nav xebatê de ne.” ANHA/MINBIC