Nîjatperestên Tirk êrîş birin ser daweta Kurdan
Duşem 28 Cotmeh 2024 - 17:45
- Li navçeya Çanê ya Çanakkalayê bi sedema ku li daweta xwe muzîka Kurdî lêxistine komeke nîjatperestên Tirk ku di ser Whatsappê xwe organîze kirin êrîş birin ser dawetê. Nîjatperestên Tirk hem malbata Kurd şelihandin û hem jî êrîş birin ser wan.
26’ê Cotmehê li navçeya Çanê ya Çanakkaleyê nîjatperestên Tirk êrîş birin ser daweteke Kurdên ji Agiriyê. Komek nîjatperestên Tirk ên alîgirên Çansporê ya bi navê ‘’17.Alayê’’ bi sedema ku stranên Kurdî lêdixixin ceyrana eywanê qutkirin û malbat bêgav ma ku dawetê zû biqedîne.
Ciwanê Kurd şelihandin
Li gel vê jî koma faşîst êrîş bire ciwanekî telefona wî bi zorê jê standin, pereyên wî jî jê standin. Dema ku malbatê xwest ku pere û telefonê ji wan bistînin faşîstên Tirk gotin,’’Em 50 kes in, li benda we bûn, werin telefon û pereyên xwe bigirin.’’ Malbata ji Agiriyê, dema ku çû cihê ku êrîşkaran gotibû, nîjatperestên Tirk bi dar û keviran êrîş bire ser wan û ji malbatê gelek kes birîndar kirin. Ji malbatê û faşîstên Tirk bi kêmanî 10 kes hatin binçavkirin û piştre hatin berdan.
Di ser Whatsappê re organîze bûne
Diyar bû ku faşîstên Tirk di ser Whatsappê re organîze bûne û êrîş anîne. Di koma Whatsappê de ya bi navê "Alaya 17’emîn a Sor (Kıpkırmızı 17. Alay)” xwe bi rêxistin kirin e. Di peyamên grûba Whatsappê de derket holê ku kesê bi navê Sezaî Kaya gotiye, “Govenda Kurdî li kut ê gerandin. Birayên min viya hîn bibin, biçin binêrin, ka cihê wê ku ye.” Batuhan B. jî wiha bersiv daye: “Xalo deng ji cihekî tê. Em jî dibihîzin.” Piştre Furkan Sokelî jî diyar kiriye ku wî cihê eywana dawetê dîtiye û wiha peyam ji grûbê re şandiye: “Keko em li vir in. Yek asayîş heye, yek jî trafîk heye. Stranên xwe veguherandin Tirkî. Sazbend ji Stenbolê hatine.”
‘Kes nikare li Kurdî guhdarî bike’
Endamê grûba alîgiran a bi navê "17. Alay" Sezaî Kaya têkildarî êrişê ev peyam parve kiriye: “Li vî welatî kes nikare li muzîka Kurdî guhdar bike û bide guhdarkirin. Îro êvarê Harûn başkan û Mûrat Okan başkan ên ku ji vê re bûn asteng û ji ciwanên Çanê fam kirin, xwedê ji we razî be, mala we ava ku we me neşikandiye, em spasiya we dikin. Dema mijar bibe welat em her daîm yek in. Ev welat ne vala ye, ev der çala rastî ye… Ez li ser navê xwe û birayên xwe spasiya we hemûyan dikim.”
Yek AKP’yî û yek CHP’yî
Diyar bû ku Mûrat Okan ê ku Sezaî Kaya spasiya wî kiriye Serokê AKP’ê yê Navçeya Çanê ye û kesê bi navê “Harûn Başkan” jî Şaredarê Çanê yê CHP’yî Harûn Arslan e.
Di parvekirinan ser medya dîjîtal de hat dîtin ku Şaredarê Çanê yê CHP’yî Harûn Arslan çûye daweta lawê xalê xwe Samed Dayi yê ku şîroveya nijadperest kiriye û mehra wî biriye. OMER ÎBRAHÎMOGLU/ MA/ÇANAKKALE