Li gorî nûçeya Omer Akin ji Ajansa Mezoptamyayê (MA) amade kiriye, li navçeya Antalyayê Kepezê, nijadperestan rê kontrol kirine, êşkence li Kurdistaniyê ji Semsûrê Erhan Sevîm kirine û gef lê xwarine da ku Antalyayê biterikîne.

Erhan Sevîm li navçeya Antalyayê Kepezê dikeve ber kontrola rê ya komeke nijadperest. Bi zorê li nasnameya wî dinihêrin û êşkencê lê dikin. Jê re dibêjin, “Kurdên pîs. Bicehnimin herin ji vir, heke na, em ê we hemûyan bişewitînin”.

Erhan Sevîm ê 45 salî û hevjîna wî yekşemê çûn serdana hevalên xwe, di vegera mala xwe ya li Doşemealtiyê de di daristanê re derbas bûn. Li vir komeke ji pênc kesan rê birî û Sevîm sekinand. Komê bi zorê xwest Sevîm nasnameya xwe nîşan bide. Ji ber ku wî red kir, bi darê zorê ew ji erebeyê peya kirin û lê xistin. Êrişkar gava ku du wesaît nêzî deverê dibin, ji deverê direvin diçin.

Êrişa li dijî Erhan Sevîm êdî ne îstîsna ye. Êrişên li dijî Kurdan û HDP´yiyan êdî veguherîne rûtineke dewleta Tirk û nijadperestên wê.

Erhan Sevîm giliyê êrişkaran kir û ji nexweşxaneyê rapor stend ku piştrast dike êşkence lê hatiye kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN