• Gulî Şadkam pisporeke rêûresmên Kurmancên Xorasanê ye.

Gulî Şadkam pisporeke rêûresmên Kurmancên Xorasanê ye. Ew dibêje, di nava rêûresmên destpêkirina Kurmancên Xorasanê de Çile Çû û axir Çarşema Dawî (yan jî Axir Çarşembî) jî hene. Ev rêûresm jî li gorî Gulî Şadkam di navbera dawiya Çile û Biharê de ne. Yanî li gorî salnameya li kar, di navbera Sibat û Adarê de. Bi vî rengê xwe jî Adarû, Çarşema Reş, Çarşema Sor û Sersalê bi bîra mirov dixin. 

Di van pîrozbahiyan de jî pêxistina agir û xweqevastina di ser re semboleke diyarker e. Wekî din gulokên agirî jî diavêjin hewayê. Ji bo vê gulok ji paçan tên hazirkirin. Şikandina sewîlan weke di dema Adarû de li Xorasanê heta îro maye. 

MEŞHED