- Li Newala Qesaba bi sedan cenazeyên welatiyên Ermen, Keldanî û Kurd hatine veşartin.
Rêxistinên hiqûqî û sivîl diyar kirin ku çêkirina avahiyên li Newala Qesaba sûc û bêhurmetiya li hemberî miriyan e û bang kirin da ku Newala Qesaba veguherînin cihê bîra civakî.
Gelek baro, rêxistinên maf, yên hiqûqî û sivîl daxuyaniyeke hevpar a nivîskî da û li ber çêkirina avahiyên li Newala Qesaba ya li Sêrtê rabûn. Li Newala Qesaba bi sedan cenazeyên welatiyên Ermen, Keldanî û Kurd hatine veşartin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji sala 1915’an ve cenazeyên Ermenan, Keldaniyan û ji salên 1980 û 1990’î vir ve jî cenazeyên Kurdan ên ku hatine windakirin li vir hatine veşartin. Û bi sedan welatiyên di encama êşkenceyê de hatine qetilkirin û windakirin li Newala Qesaba hatine veşartin û kujer hê jî nehatine dîtin.
8 cenazeyên 1989´an
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sala 1989’an de li Newala Qesaba goreke komî hatiye dîtin û roja 22’yê Nîsana 1989’an tenê çend saetan makîneyên kar hatine şixûlandin û 8 cenaze hatine dîtin. Li şûna ku li ser van cenazeyan lêkolîn bê kirin ka ên kê ne û ji aliyê kê ve hatine kuştin, Walîtiya Sêrtê biryara sekinandina kolana goran dabû.
Rêxistinan got, “Nasnameya cenazeyên hatin derxistin, zelal nekirin. Sedema mirina wan ronî nekirin. Ji ber ku heqîqeta têkildarî kujerên bi darê zorê insan winda kirin, dernaxin holê, di bîra civakê de rê li ber trawmayên mezin vekirine. Newala Qesaba berê wek qada çopê dihat bikaranîn. Ji bo ku berpirsiyar wê qadê biparêzin, radibin li şûna wê destûra avadaniyê didin û sûcên ku kirine îro jî dewam dikin.”
Ji bo bêbîrhiûtina civakê
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dixwazin bi çêkirina van avahiyan ser rastiya li wir bê veşartin: “Dixwazin civakê bêbîr û bêsiberoj bihêlin. Edalet rêgeza hevkartiya civakî ye. Çêkirina avahiyên li Newala Qesaba bêedaletî û êrişa li dijî hevkariya civakê ye.”
Di dewamê derêxistinan got, “Divê nasnameya cenazeyên li Newala Qesaba bê tespîtkirin û li gorî qaydeyê ev cenaze ji aliyê malbat û xizmên xwe ve bên veşartin. Divê sûcên li vir hatine kirin were nasîn, kujeran eşkere bikin û ji bo careke din ev neqewimin, lazim e tevdîr werin girtin.
Li hêla din; divê di mijara sûcên li dijî mirovahiyê de weke gaveke jidil a lêborînê, Newala Qesaba veguherînin cihekî bîra civakî. Tekane rêya parastina rûmeta mirovahiyê ew e ku ji bo rêzgirtina li hemberî mirovên li wir hatine kuştin û veşartin, bingehê lêgerîneke heqîqetê bê amadekirin û edalet pêk bê. Ev daxwaz hem ji bo xurtkirina hevkariya civakî û hem jî berpirsiyariyeke her welatiyekî ye.
STENBOL