Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ne amade ne nefta Kurdistanê hemûyî radestî Bexdayê bikin û da zanîn ku pirsgirêka Herêma Kurdistan û Bexdayê, ne tenê li ser bûdceyê ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî ku meseleya aboriya Başûrê Kurdistanê kirin girêk, niha jî serokê hikûmetê îdîa kir ku meseleya bidceyê ne tenê meseleya budceyê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna Desteya Wezîran daxuyaniyek da çapemeniyê. Mesrûr Barzanî got, di cvînê de ji bo lihevkirina bi Bexdayê re gelek pêşniyaz derketine pêş. Barzanî got, yek ji wan pêşniyazan ew e ku hikûmet dest bi amadekariya radestkirina 250 hezar bermêl neft û nîvê dahatê ji bo Bexdayê bike.

Barzanî di dewamê de got, pirsgirêka Herêmê ne tenê mûçe ne, weberhênan, teqawîd, pêşmerge û madeya 140 jî di nav de hene.

Barzanî di dewamê de got, “Hinek ji biraderan dixwazin dosyaya neftê hemû bê radestkirin. Lê ev ne xaleke destûrî ye. Em bi ti awayî binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, qebûl nakin. Gotinên ku dibêjin, Hikûmeta Herêmê bi 10 yan jî 11 dolar kêmî nirxê Somo neftê difiroşe, ne rast in. Cudahî tenê 3 ta 4 dolaran e. Herwiha gihandina petrolê heta benderên cîhanî, hemû li ser Herêma Kurdistanê ye.”

HEWLÊR