Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlamentoya Herêmê Rêwaz Faîq û şandeya bi wan re, hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de pêwendiyên di navbera Îran û Herêma Kurdistan-Iraqê de hatine gotûbêjkirin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlamentoya Herêmê Rêwaz Faîq û çend wezîrên herêmê, ji bo tevlîbûna merasîma sûndxwarina Serokoramê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî pêr çûbûn Tehranê.
Barzanî û şandeya pê re piştî merasîma sûndxwarinê, doh jî bi Îbrahîm Reîsî re hevdîtin pêk anî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinan de li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Îran, Herêma Kurdistanê û Iraqê, rewşa giştî ya herêmê û pirsgirêkên ewlekariyê hatine gotûbêjkirin.
Hat gotin ku di hevdîtinê li ser mijara xurtkirina pêwendiyên dîrokî, bazirganî û ewlekariya sînoran hatiye rawestîn. TEHRAN