- Komek mamosteyên bi peyman li Kampa Domiz a ser bi parêzgeha Dihokê kom bûn û diyar kirin ku ew ji ber derengdana mûçe û nedana mafên mamosteyên bi peyman, ev 10 roj in naçin ser karê xwe.
Komek mamosteyên bi peyman li Kampa Domiz a ser bi parêzgeha Dihokê kom bûn û diyar kirin ku ew ji ber derengdana mûçe û nedana mafên mamosteyên bi peyman, ev 10 roj in naçin ser karê xwe. Wan wekî din da zanîn heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê boykota xwe dewam bikin.
Komek ji mamosteyên bi peyman li ser navê 425 mamosteyên bi peyman ên li nava Kampa Domiz 1 û Domiz 2 yên ser bi parêzgeha Dihokê dixebitin, kom bûn û daxwaz kirin, mafên wan jî wek mamosteyên bi peyman ên nava bajêr werin dayîn.
Li gorî mamosteyan, ev 5 meh in wan mûçe wernegirtine, her wiha ji wan re jî hatiye gotin, “Hûn xwebexş in, ne wek mamosteyên bi peyman in.”
Ev 10 roj in ku mamosteyên bi peyman li van her du kampan naçin ser kar û diyar dikin, heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê boykota xwe dewam bikin.
DIHOK