131 akademîsyen, aktîvîst, sendîkavan, nûnerên civaka sivîl û siyasetmedarên ji Rojhilata Navîn, Ewrûpa, Efrîka, Kanada û Emerîkayê ji OPCW, hikûmeta Tirk, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmetên pêwendîdar re nameyeke vekirî nivîsand û ji Hikûmeta Herema Kurdistanê xwest ku destûrê bide da ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolan.

 

Çekên kîmyewî li ser PKK´ê dibarîne

Nameya dûvdirêj bi kurtî dibêje,“Bi boneya 30’ê Mijdarê Roja Bibîranîna Qurbaniyên Şerê Kîmyewî, der barê îdîayên metirsîdar ên li ser êrişên bi çekên qedexekirî yên ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi kar tîne, em bi fikareke mezin miracaetî we dikin. Her wiha di demeke welê de em diyar dikin ku dewleta Tirk careke din êrişî sivîlên li Sûriyeyê dike û amadekariyê ji dagirkeriyeke nû ya bejahî re dike.”

 

Gelê Kurd yekpare mexdûr e

Name mexdûriyeta gelê Kurd diyar dike û wiha dewam dike, “Gelê Kurd ne xwedî dewletekê ye ku bikaribe dengê xwe ji bo wan rake. Ew di bin rejîmên zordar de dijîn ên ku hevalbendên wan ên hêzdar ên rojavayî hene, weke nimûne, hevalbendên wê yên NATO´yê pişta Tirkiyeyê digirin, tevî ku delîlên berdewam ên binpêkirinên giran ên mafên mirovan jî hene.”

Name daxwaza lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî dike û bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “Destûrê bidin lêkolînerên navneteweyî ku bi tevahî derbasî herêm û civakên tesîr li wan bûyî, bibin da ku diyar bikin ka Tirkiye di operasyonên xwe yên leşkerî de çekên kîmyewî bi kar aniye yan na.”

NAVENDA NÛÇEYAN