Nasnameya 5 şehîdên 2017'an

Duşem 2 Çile 2023 - 02:15

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev daxuyanî da.

“Sala 2017’an bû yek ji wan salên ku êrîşên dewleta Tirk a mêtinger li dijî gelê me û tevgera me ya azadiyê PKK’ê zêde bûn. Gerîlayên azadiyê yên ku di her şert û mercî de ji bo parastina hebûn û destkeftiyên gelê me biryara têkoşînê dan, di sala 2017’an de bi îdiayeke mezin têkoşîna xwe dewam kirin. Di vê têkoşînê de ya ku bi îrade û fedakariyeke mezin hate kirin, şehadet jî çêbûn. Bi ked û hewldanên mezin ên şehîdên me yên leheng, dewleta Tirk a dagirker di nava salekê de nekarî armancên xwe pêk bîne, hêzên me derbên giran li dagirkeran dan. 

Hevrêyên me Zîlan, Piling, Dijwar, Zinar û Şervan ên ku pêşengiya vê têkoşîna destanî kirin, bi dilsoziya xwe ya mezin a li nirxên hevrêtiyê û bi helwesta xwe ya tûj a di îdeolojiya Apoyî de, li hemberî êrîşên dijmin piştî şerekî bi lehengî şehîd bûn. 

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd de wiha ne;

* Zîlan Dêrsim (Zîlan Aybar), li Colemêrgê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

* Piling Rustem (Ahmet Kaya), li Sêrtê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

* Dijwar Întîkam (Îsa Arslan), li Colemêrgê jidayîk bûye, sala 2017’an li Hêrêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

* Zinar Raperîn (Ridvan Can), li Şirnexê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

* Şervan Azad (Tekîn Demîrbaş), li Mûşê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

HPG bi van gotinan qala jiyan û tekoşîna gerîlayên şehîd dike;

 

ZÎLAN DÊRSIM

Hevrêya me Zîlan her kêliya xwe bi xwendina bîranînên hevrêyên xwe derbas dikir, dixwest bibe parçeyek ji jiyana wan û wan di hemû hucreyên wan de hîs bike. Hevrê Zîlan ku bi sekna xwe ya fedaî, bi hevrêtiya xwe ya kûr û pêşengtiya xwe heta şehadetê bû milîtaneke mînak a PKK-PAJK’ê. Hevrê Zîlan wê her tim li ser hevrêyên me fermandariyê bike û rêya me bi van taybetmendiyan ronî bike.

 

PILING RUSTEM

Hevrêyê me Piling weke fermandarekî pêşeng tevlî karwanê şehîdan bû. Helwesta birûmet, kesayeta xwe ya bi rûmet, milîtaniya kedkar û fermandariya leheng a hevrêyê me Piling wê her tim ji me re hevalan re bibe mînak û bîranîna wî wê her tim rêya me ronî bike.

 

DIJWAR ÎNTÎKAM

Hevrêyê me Dijwar di erdnîgariya dijwar a Zagrosan de mîna pezkovîyekî pêş ket û bi bezîna ji serî ber bi jor ve hewl dida, di her peywirê de bi ser bikeve. Digel ku hê gelek tişt hebûn ew ji bo gelê xwe bike, şehadeta wî ya zû bû sedem ku kîn û hêrsa hevrêyên wî zêdetir bibe. 

 

ZINAR RAPERÎN

Hevrêyê me Zinar bê dudilî fedekarî kir û dema hat xwestin ji bo hevrêyên xwe biparêze, xwe kir mertal û şehîd bû. Hevrêyê me Zinar ê xwedî ruhekî ewqas bilind û bi rûmet e, bi can û têkoşîna xwe bûye pîvana hevrêtiyê. Em soz didin ku em ê keda hevrêyê xwe Zinar ê ku di temenê xwe yê ciwan de tevlî nava refên gerîla bû û bi fedaîbûnê jiyanê parast, bi serkeftinê tacîdar bikin.

 

ŞERVAN AZAD

Hevrêyê me Şervan karîbû bibe nûnerê xeta şehîdan, di meşa azadiyê ya Partiya me de jî bi biryardarî meşiya û di xeta lehengên me yên nemir de bû parçeyek ji dîroka bi rûmet a PKK’ê.

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Zîlan, Piling, Dijwar, Zinar û Şervan re dixwazin ku bi tevlîbûna xwe ya fedayî nîşan dan ku serketin bi têkoşîna li ser xeta fedayî pêkan e û di şexsê xwe de pratik kirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.