• HPG’ê ragihand ku hevrêyên wan Jiyanda û Berfîn dema ku xwestine Ava Zapê derbas bikin bi qezayekê şehîd bûne. HPG’ê got,’’ Hevreyên me Jiyanda û Berfîn perspektîfa azadiya jinê ya Rêber Apo kirin manîfestoya jiyanê.’’

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ragihand ku gerîla li Ava Zapê şehîd bûne:“Hevreyên me Jiyanda û Berfîn, milîtanên hêja yên Têkoşîna Azadiya Jinê di 7’ê Nîsana 2024’an de li herêma Zapê dema xwestin ava Zapê derbas bikin, di encama qezayeke bêtalîh de şehîd bûn.’’
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî şehîdan got,’’ Hevreyên me Jiyanda û Berfîn ku perspektîfa azadiya jinê ya Rêber Apo kirin manîfestoya jiyanê û li her qadê bûn avakarên jiyana azad, di jiyanê de bi pîvanên xwe yên şoreşgerî bûn milîtanên PKK-PAJK’ê ku ji hemû hevrêyên xwe re bûn mînak.
Li ser vê bingehê em carek din soz didin ku têkoşîna azadiyê ku hevreyên me Jiyanda û Berfîn dewrî me kirin, bigihînin serkeftinê û em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevreyên me û ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.’’
HPG’ê têkilî şehîd Jiyande ev agahî dan:’’ Hevrêya me Jiyanda li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi saya hişmendiya kûr a welatparêziya malbata xwe û herêma Colemêrgê ku lê dijiya, partiya me PKK’ê zû nas kir. Bi taybet şerê fedayî ya gerîlayan ya ji bo parastina gelê me li dijî dewleta Tirk a dagirker, bala hevrêya me Jiyanda kişand.’’
Di daxuyaniyê de bi domdarî tê gotin, ‘’Şehadeta hevrê Laşer-Koksal Çabuk li herêma Cîlo ku yek ji wan gerîlayan bû ku cara ewil dîtibû, bû sedema herî mezin ku hevrêya me Jiyanda biryara xwe ya tevlîbûna gerîla pêk bîne. Hevrêya me dizanîbû ku dilsoziya bi şehîdan re bi rakirina çek û navê wan pêkan dibe, li ser vê bingehê di sala 2015’an de berê xwe da Zagrosan û tevlî refên gerîla bû.’’
Derbarê şehîd Berfîn HPG’ê got,’’ Hevrêya me Berfîn li Efrînê di nava malbateke welatparêz a gelê me yê Ereb de ji dayik bû. Hevrêya me ku ji aliyê malbata xwe ve girêdayî çand û kevneşopiya xwe hat mezinkirin, ji temenê xwe yê biçûk ve bû xwedî kesayetiyeke heq. Ji ber vê yekê ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin. Hevrêya me ya Berfîn di naskirina gelê Kurd de ku bi hev re dijiya, zehmetî ne kişand û ti carî neheqî, zext û êşkenceya li dijî Kurdan qebûl nekir.’’
Bi domdarî wiha hate gotin,’’ Hevrêya me ku li dijî êrîşên dijmin hem bi tîmên gerîlayên nîv tevger û hem jî bi berxwedana xwe ya di tunelan de bû bersiv, bû nîşaneya herî şênber a baweriya serketinê ya milîtanên Apoyî ya di her şert û mercî de. Hevrêya me ku kêliyek jî ji jiyana Apoyî û rêgezên azadiya jinê tawîz neda û têkoşiya, bi helwesta xwe ji hemû hevreyên xwe re bû mînak.
Em soz didin ku em ê ji bo xeyala jiyana azad a hevrêya me Berfîn ku nêzî 3 salan di mewziyên berxwedanê ya li herêma Avaşînê de cih girt, bû xwediyê têkoşîneke destanî û di 7’ê Nîsana 2024’an de ket ava Zapê û tevî hewldanên hevreyên xwe rizgar nebû û şehîd bû, li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn biafirînin têbikoşin.” ANF