Nevzat Ozturk yek ji girtiyên azadiyê ye ku ev 31 sal in di hepsê de ye. Li gel ku cezayê xwe temam kiriye jî komîsyona hepsê bi hincetên piçûk nahêle ew derkeve derve. Keça wî Jiyan Ozturk da zanîn ku hepsên li Tirkiye weke êşkencexaneyê kar dikin û ji bo girtiyên azadiyê çalakiya îmzeyê da destpê kirin.
ARAT ARARAT/KOLN
Nevzat Ozturk ev 31 sal in di hepsên Tirkiyeyê de girtî ye. Wî di 23’ê meha Hezîranê de cezayê xwe temam kir lê dewletê bi hincetên curbicur cezayê wî dirêj kir û ew hîna jî dîl girtî ye. Hincetên ku hatine nîşandan jî têra xwe ecêb in. Xwedêgiravî wî cereyana zêde bikaraniye û her wiha di hepsê de pirtûk nexwendine. Rêveberiya girtîgehê ev hincet derxistine pêşiya wî û niha nahêlin ew azad bibe. Li ser nêzîkatiya hepsên Tirkiyeyê keça Nevzat Ozturk da zanîn ku hepsên li Tirkiyeyê bûne êşkencexane û mirovatiya wan nemaye!
Nêzîkatiya hepsên Tirkiyeyê ya dijminane bi her awayî didome. Mafên hepsiyan tên binpêkirin û girtiyên nexweş nayên berdan. Nevzat Ozturk jî yek ji van girtiyên nexweş e. Ev demek dirêj e nexweşiya wî ya dil heye û li hepsê pirr zehmetî dibîne. Keça Nevzat Ozturk ya bi navê Jiyan Ozturk ku ew li Kolna Elmanyayê dijî ji bo bavê xwe kampanyaya îmzayê da destpêkirin. Jiyan Ozturk bi vê çalakiyê dixwaze balê bikşîne ser girtiyên nexweş yên di hepsan de. Jiyan Ozturk behsa rewşa bavê xwe ya dawî kir.
Li 5 hepsan 31 sal maye
Jiyan Ozturk ku li bajarê Kolnê mamostetiya Kurdî dike dixwaze bibe denge girtiyên azadiyê. Ji bo rewşa girtiyan baştir bibe di nav hewldanekê de ye. Wê behsa serpêhatiya bavê xwe kir û got; “Bavê min di sala 1992’an de li Stenbolê hatiye girtin. Wî karê şofêrtiyê dikir. Ji ber sedemên aboriyê neçar mabû koçî Stenbolê bike. Dema hatiye girtin ciwan bûye. Ez jî wî çaxî 3 salî bûme. Piştî dadgehkirina 3-4 salan DGM’yê cezayê muebbetê lê birrîn û wî birin hepsa Bayrampaşa. Bi dorê li Bursa, Bartin, Îzmît û Bolu yê di hepsê de ma. Bi tevahî li 5 hepsan geriya û ev bû 31 sal in di hepsê de ye. Piştî bavê min hate girtin dayika min mecbûr ma vegere Nisêbînê. Yanî malbat pirr perîşan bû. Min perwerdeya xwe temam kir heta ku çûm zanîngehê û zanîngeh xelas kir.”
Ji bo derve tu ne hazir î!
Jiyan Ozturk behsa şert û mercên hepsên Tirkiyeyê kir û got; “Ji bo hevdîtinê her tim pirsgirêk derdixistin. Gelek caran ji ber axavtina bi Kurdî telefona me qut dikirin. Ji ber gelek caran ketin grevên birçîbûnê tendûristiya wî jî ber bi xerabiyê ve çû. Piştî êş û azara bi salan ya di hepsan de herî dawî di 23’ê meha Hezîranê de cezayê ku lê hatibû birrîn xelas bû. Lê beriya ku ew were berdanê komisyona li hepsê çûye cem wî û jî pirsên bi vî rengî kirine, ‘Tu poşman î?’” Bi vî awayî xwestine vîna Nevzat Ozturk bişkînin û bi hincetên ku wî pirtûk nexwendine û cereyana zêde bikaraniye ew bernedane. Her wiha komîsyonê gotiye ku ji bo derketina derva ew ne hazir e! Bi vî awayî 3 meh û 20 roj cezayê wî dirêj kirine. Jiyan Ozturk da zanîn ku ev nêzîkatî tenê ne ji bo bavê wê her wiha ji bo gelek girtiyên azadiyê heye û halê hazir gelek girtiyên ku cezayên wan hatine dirêjkirin hene.
Nexweşiya bavê min ya dil heye
Jiyan Ozturk biryara komîsyona hepsê dûrî hiqûqê nirxand û nerazîbûna xwe ya li hember bêhiqûqîya dewleta Tirkiye anî ziman; “Ev biryarên normal nînin. Ji xwe sûcekî bavê min tine bû, di ser de jî 31 sal girtî ma. Niha jî bi hincetên ecêb nahêlin ew ji hepsê derkeve. Vê biryarê en pirr êşandin û biryarên bi vî rengî dûrî insaniyetê ne. Li gel ku nexweşiya wî ya dil heye jî wî bernadin. Nexweşiya wî her diçe girantir dibe. Çend roj berê ji bo derman bibe wî biribûn nexweşxaneyê lê ji ber kelepçeya destê wî venekirin wî tedawî red kir. Bi rastî jî taqeta me nemaye ku em rojek zêdetir bavê min di hepsê de bibînin.”
Piştî hilbijartinê ev zilma li ser hepsiyan zêdetir bû
Jiyan Ozturk polîtîkayên dewleta Tirk a li ser hepsiyan rexne kir û got ku dewleta Tirk ji faşîzmê têr nabe her li xwîna Kurdan dimije. Jiyan Ozturk got; “Heta ku Kurd bê statû bin û nebin millet dê zilm ji ser serê wan kêm nebe. Ew dibêjin hûn di kefa destê me de ne, em çi bixwazin em ê bi we bikin! Li dinyayê nimûneyên bi vî rengî tine ne. Mirovek 31 sal di hepsê de bimîne û bi hincetên pûç neyê berdan. Yanî peyam didin malbatê û xelkê. Nahêlin dilê me rehet bibe. Dibêjin bila Kurd weke insanan dinya nebînin. Nexasim jî piştî hilbijartinê ev zilma li ser hepsiyan zêdetir bû.”
Çalakiya îmzeyê ji bo girtiyên azadiyê
Jiyan Ozturk ku bûye şahidê hovîtiya dewleta Tirk, niha jî dixwaze bibe dengê hemû girtiyên azadiyê û çalakiya îmzeyê daye destpêkirin. Ew dixwaze xelkê bi vê nêzîkatiya dewleta Tirk ya dûrî hiqûq û edaletê bihesîne. Jiyan Ozturk derbarê çalakiya îmzeyê de jî got, “Ez li Kolnê bi rêxistina Hauptwache Solidarität re ketim têkiliyê. Her meh hefteyekê, roja çarşemê çalakiyên wan çêdibin. Ez jî li ser navê bavê xwe tevlî van çalakiyan dibim. Di çalakiya dawî de me bi Komîsera Hikûmeta Fedaral ango Sîyaseta Mafên Mîrovan û Alîkarîya Mîrovî ya Luise Amtsberg re têkilî xurt kirin. Wan got ku îmze çiqas zêde werin komkirin tesîra wan ewqasî zêde ye. Her wiha dan zanîn ku heger bavê te 3 meh şûnde neyê berdan em ê zorê bidin wan da ku wî berdin. Mixabin hejmara hepsiyên weke bavê min tê zanîn lê kes hay ji serpêhatiya wan nîne û rastiyê nizanan.”
Divê malbat bêdeng nemînin
Jiyan Ozturk herî dawî da zanîn ku ji bo girtiyên nexweş hesasiyet divê û ew jî dixwaze ev hesasiyetê bi xelkê re çêbike. Ew dixwaze di şexsê bavê xwe de bibe dengê hemû girtiyên nexweş. Wê herî dawî got; “Hepsên li Tirkiye bûne êşkencexane! Dê heya kêngî ev zilma wan bidome. Girtiyên azadiyê ne bi tenê ne, em li pişta wan in. Nexasim jî malbatên girtiyên azadiyê yên li Ewrûpa divê denge xwe bilindtir bikin. Bila tevlî çalakiyên wiha bibin û xwe ji bo azadiya girtiyan sist nekin. Ev çalakî û xebatên me ji bo wan dibin moral û motîvasyona wan ya siberojê xurttir dikin.”